Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Xeta Musul-Heleb û Tirsa dijminên Kurdistan!

A+A-

Di herêma Naverast de şerrekî dûr û dirêj heye û ev şerr roj bi roj bandora xwe li ser herêmê zêdetir dike. Bi zêdebûna vê bandore re, tirs û xofa ku dikeve nava dijminên Kurd û Kurdistan jî pirtir dibe.

Piştî ku per û baskên Dewleta Iraq û bi dû de jî Sûrîye  hatin şikenandin, ew bandora çar dijminan û hevkarîya wan î ku Kurdistan control dikirin jî zeîf ket. Di parastina berjewendîyên xwe di herêmê de nakokî di navbera Îran û Tirkîye de jî derket. Şert û mercên ku Kurdistan control bikin jî bû xewnek ji van dewletan re. Ev jî bu sebebê ku heta ji wan bê, bi lîstik û dek û dolaban di navbera kurdan de tevlihevîyê geş bikin. Bandora xwe a neyînî a li ser helwesta Kurdan a ku ber bi dewletbûnê de diçe zêde bikin, ku nakokî bibin sebebê pejirandina hikûmranîya wan. Serê vê bandora neyênî dewlet a Îran û Tirkîye dikişînin. Wek İraq û Sûrîye jî di îmkanên piçûk de hîn rolên xwe dilîzin.

Diyare ku Tirkîye çavgirtî xwe davêje nav hêtûna agir! Di van hewldanên xwe de her gava Tirkîye ku di herêmê de davêje, bêhna dijminatîya doza Kurd û Kurdistan tê de heye.

Di vê dema kin de tirkan du helw dan xwe. Yek; ji Kilîs a Bakurê Kurdistan, heta El Bab û di firehîya xwe de ji Ezaz heta Minbiç, wek sêkoşe dagirkirin û avakirina hêrêmekê dan ber xwe. Ev tam di dema hatina Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî ku hat tirkî de encam da. Pir kesan jî hatina Serokê Herêma Kurdistan di vê demê de wek ku haya wî jê hebû tewanbar kir. Lê di eslê xwe de ev ne rast bû. Ji ber ku tam di wê demê de rayedarên YPG-PYD di bin çavdêrîya CENTCOM de li Încîryik a Edena bi rayedarên artêşa tirkan re, di dan û stendinan û li ser „operasyona Cerablûs" lihevhatin pêk dihatin. Pêşî îcaze ji Amerîka û Rusîya hatibûn stendin û li gor vê îcazê YPG-PYD jî kişandibûn razîkirinê ku „Xeta Musul-Helep" perçe bibe û Kembera Başûrê Rojavayê Kurdistan li Kobanê bi dawî were. Helbet ev helwesta tirkan dijminatîya doza Kurd û Kurdistan bi xwe bû.

Çima PYD-YPG li henber hatina tirkan helwest dananîn?

Ji ber ku berî tirkîye têkeve nav axa Başûrê Rojavayê Kurdistan, bi tirkan re li ser vê operasyonê û sînorên vê operasyonê lihev kiribûn. Wê were bîra pir kesan di wê demê de daxuyanîyên USA û Rusîya çawa vekişandina YPG ji Derdorê Cereblûs û Minbiç wek ku „PYD-YPG divê xwedî li sozên xwe derkevin û bê problem vekişin!" îşaret didan. Ev gotin îşareta wê lihevhatina di bin çavdêrîya CENTCOM ku li Încîrlikê pêkhatibû. YPG bêdeng rahiştin çekên xwe û gav bi gav ev herêm teslîmî artêşa tirkan kirin. Hinek berpirsiyarên kantonên PYD jî ev îma kirin ku „wê di ser El Bab re xwe bigihînin Efrîn û wê kembera Rojava bibe yek"! Dibe ku ev yek ji lihevhatinên di bin çavdêrîya CENTCOM be jî(!)

Di virde yek armanca tirkan heye; dijminatîya Doza Kurd û Kurdistan. Hemû hewldan û tevdigerînên wan li ser vê dijminatîyê tên avakirin. Ji vê Operasyona Carablûs kuwet girt û xwe bi hawayekî xwedî maf ji bona operasyona Musul jî avêt mazatê. Tiştê ku bala me bikişîne; yek jê ev xeta ji Musul heta Helebê bi xwe ye. Hemû hêz û helwesta tirkan ewe ku ev xet nekeve bin bandora Başûrê Kurdistan û berbi dewletbûnê ve neçe. Bi dagirkirina artêşa tirkan re heta hidûdên EL Bab ji hêla PYD-YPG û PKK de bêdengîyek peyda bû û ti helwest jî li henber vê dagirkerîya Crablûs - El Bab nehat dayîn. Lê ji bona ku pergalên lîstikê bidin destê tirkan ku li ser „Operasyona Musul" bibin xwedî gotin, gefên mezin xwarin û gotin „em ji Şingal dernakevin û emê di operasyona Musul de bi Haşdî Şeîbî re  jî cîh bigirin!" Di heman demê de jî tirkan daxuyanî dan û gotin „ku PKK û Heşdî Şeîbî di operasyona Musul de cîh bigirin, em dest girêdayî namînin û em jî cîh digirin. Bi vê re İraq li henber hebûna leşkerên tirkan li Başîqa û derdorê kir pirsgirêk. Wek ku ne 10 sale ev leşkerên tirkan li wirin..Bi daxuyanî û helwesta İraq re Pênc partîyên Silêmanîyê jî di derheqa derketin a leşkerên tirkan de daxuyanî dan.

Ev giştik dihatin çi wateyê?

PKK baş dizane ku nikare di „Operasyona Musul de cîh bigire. Lê dizane ku „Operasyona Musul" û xeta Hellebê çiqa grînge! Ji Başûrê Kurdistan re jî „Operasyona Musul çareserkirina pirsgirêkên deşta Nînowa û Şingal, parastina sînorên Kurd û Kurdistan bi xwe ye. Têkçûna DAİŞ û çareserkirina pirsgirêkên leşkerî bi xwe ye. Rê ji çareserkirina pirsgirêkên siyasî re jî vedike. Wê bandorek erênî ji Kurdistan re çêke.

Ev helwesta tirkan yek bi yek xizmetê ji pêşîlêgirtina dewletbûna kurdan re dike. Wek dengên cûda cûda derdikevin, lê di eslê xwe de xizmetê ji yek armancê re dikin. Ew jî siyaseta îran û tirkîye a dijraberî Kurd û Kurdistan! Qesda tirkan ewe ku Musul û derdorên Musul nekeve bin bandora herêma Kurdistan. Ji bona ku pêşiya wê bigire û nehêle ew gava dîrokî a xeta Musul – Heleb çênebe, rolê xwe dilîze..pir partî û siyasetmedarên Kurdan jî xizmetê ji vê rolê re dikin ku Başûr nebe dewlet.

Tirsa tirkan ewe ku ji bona parastina xwe û didestde girtina Bakurê Kurdistan, wendakirina  vê xetê wê bingehê ji avakirina dewletek kurd re amade bike û ew jî wê wan „mahkûmî Anadolu" bike!Bi devê xwe dibêjin „eger em bakurê vê xetê xurt nekin, wê sînorên parastina me dakeve nava Anadolû. Ev mecbûrîyet jî têkçûna me ye!"

Hin di dagirkirina Carablûs de û hin jî di parastina cîhgirtina „Operasyona Musul" de argumana tirkan a herî mezin PKK ye. PKK bi kar tîne, dike sebeb û siyasetê dimeşîne. Ev tê wê manê ku bi şiklekî vekirî êdî nikarin bêjin „em li dijî avakirina dewletek kurd û Kurdistanî ne"Lê vê sgotinê bi PKK didin gotin! Sebeba vê jî ji têkilî û çalakvanî ya kurdan î li henber DAİŞ ku stêrka wan di qada navnetewî de geş kir. Li ser têkiliyên dîplomasîyek baş ku piştgir ji Kurdistan re pir kir. Ev jî cîh ji tirkan re teng dike.

Kurd heta ku li ser siyaseta netewî perçe perçe û dijraberî hev bihelwest bin, wê zirarê bidin helwesta siyasî, wê ji hewldanên dijminan re bibin pergal. Berî her tiştî di warê netewî de divê Kurd helwestek hevpar a netewî derxin holê.

10.10.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin