Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji helwêsta Rûsya beramber êrîşên Tirkiyê nerazî ne

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji helwêsta Rûsya beramber êrîşên Tirkiyê nerazî ne

.

A+A-

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji helwêsta Rûsyayê ya li bermaber êrîşên Tirkiyê nerazî ne û berî çend rojan ji bo protestokirina wê helwêstê li pêşiya baregeha hêzên Rûsyayê ya li bajarê Eyn Îsa xwepêşandan kiribûn.

Fermandarê hêzên Rûsya li Eyn Îsa beriya çend rojan soz dabû xelkê navçeyê ku topbaran û êrîşên dronên Tirkiyê bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rawestîne, lê ew yek nehat kirin.

Ji ber berdewamiya êrîş û topbaranên hêzên Tirkiyê û komên çekdar bo ser navçeyê û herwiha ji ber ku hêzên Rûsyayê soza xwe pêk neanîn, xelkê navçeyê û Encûmena Girê Spî gihiştine wê baweriyê ku ti sûda hebûna hêzên Rûsya ji bo garantîkirina agirbestê li deverê nîne.

Hevserokê Encûmena Girê Spî, Hemîd el-Ebid ragihand, “Rûsan komkujiyên Tirkiyê jî şermezar nekirine û binpêkariyên rojane yên Tirkiyê jî nerawestandine, lê gel zêde bîrewer e û dibîne û ji sala 2019an ve dibêje, kanê Rûsyaya garantor, kanê hikûmeta ku sînoran biparêze, kanê civaka navdewletî, kanê civata ewlekariyê (ya NY), kanê Komkara Erebî. Milletê me xweragir e û dibêje ez erdê xwe vala nakim û dibêje garantorek heye ku divê erkê xwe pêk bîne.”

Roja 25ê vê mehê hêzên Tirkiyê gundên rojhilatê Qamişloyê jî topbaran kiribûn, bi gotina xelkê gundê Til Zîwan armanca Tirkiyê ew e ku xelk herêma xwe vala bikin û DAIŞê li navçeyê bihêz bike.

Mihemed Şerîf Lewend ji gundê Til Zîwan ê ser bi Qamişloyê dibêje, “Rewangeha wan xuya ye ji ber ku herêma me herêmeke ewle ye, yanî tiştek lê tune ye û leşker lê nîne, em hemû sivîl in. Dixwazin çi bikin, dixwazin herêmê vala bikin weke Serê Kaniyê û Efrînê, dixwazin DAIŞê bînin wan deran û DAIŞê ji nû ve zindî bikin. Millet jî li ber xwe didin. Armanca Tirkiyê ev e ku DAIŞê ji nû ve vejînin, xelkê neçar bikin ku cihên xwe berdin.., lê em axa xwe bernadin.”

Tirkiye di wan demên dawî de êrîşên bi dronan û topbarana li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek zêde kiriye. Di encama wan êrîşan de, hejmarek şervanên HSDê, leşkerên artêşa Sûriyê û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin