Xelkê deverên jêr desthilata Tirkîyê li Sûrîya, ji jîyan xwe ne piştrastin

Xelkê deverên jêr desthilata Tirkîyê li Sûrîya, ji jîyan xwe ne piştrastin

Orsola Mûler, yarîdera sekiretêrê giştî yê Neteweyên hevgirtî bo Sûrîya ragehand: Li deverên jêr desthelata Tirkîyê û hêzên ser wê ve, tenê di meha Oktoberê de 43 teqîn rûdane û bi dehan kes jî bûyîne qurbanî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di civîna taybeta Civata Asyîşa Nêvdewletî de derbarê rewşa Sûrîyayê, Moler ragehand, bûyerên revandin û teror li Sûrîya ber bi zêdebûnê diçin û xelkê wan deveran ji jîyana xwe ne piştrastin.

Nebûna asayîş û aramîya berdewam li deverên dikevin pişt xîça şer, jîyana xelkê xistîye di metrsîyê de, bo nimûne: Di destpêka evê mehê de hoşdarî hatîye dan ji zêdebûna bûyeran li bakûra Sûrîyayê.

Got jî: Heya dawîya meha Oktoberê 49 teqîn rûdane û ji wan 43 teqîn li deverên jêr desthelata Tirkîyayê hêzên ser bi wê ve bûne, 79 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bûne.

Moler di pişkeke axivtinên xwe de, amaje bi wê yekê kirîye, ku li başûra Rojavaya Sûrîya jî, teqîn rû didin û xelik dihên girtin û xelkê ser bi hikumetê û kesên opizisyênê jî dihên terorkirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin