Xelk serî hilda Heşda Şeibî ji Başûrê Kurdistanê reviya!

Xelk serî hilda Heşda Şeibî ji Başûrê Kurdistanê reviya!

Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî dest bi raperîneke seranserî kirin.

A+A-

Şewitandina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve û bêrêziyên li hember pîroziyên xelkê Kurdistanê, xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî û hêzên Iraqî serîhildan.  

Serîhildana xelkê Başûrê Kurdistanê ji qezaya Xaneqînê dest pê kir; xelkê Xaneqînê daketin cade û kolanan, piştre li Kerkûk, Germîyan û Şingalê xelk daketin kolanan û alaya Kurdistanê bilind kirin. Li gorî rûdawê, Heşda Şeibî bi temamî ji van navçeyan derketin; li Xaneqîn û Şingalê pêşmerge kontrola navçeyê dikin. Hat ragahandin peşmerge ber bi Kerkûkê ve diçin.

Xelkên bajarên din yên Başûrê Kurdistanê daketine kolanan û bi şahî û kêfxweşî piştgirîya raperînê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin