Xelk li benda belavkirina vîdyoyên Sedat Peker e

Xelk li benda belavkirina vîdyoyên Sedat Peker e

.

A+A-

Rêzevîdyoyên Sedat Peker ku çend rojan carekê belav dike, tevî ku proseyeke berfereh a lêkolîn û lêpirsînan li pey xwe neanî be jî, weke karvedan her di rojeva Tirkiyê û xelkê de ne.

Beşek ji xelkê Tirkiyê dibêje, ew bi berdewamî li benda vîdyoyên Sedat Peker dimînin ji bo ku zêdetir haya wan ji rewşa welatê wan hebe, lê beşekî din jî qet serê xwe bi vê mijarê re naêşînin.

Tevî guvaşên aliyên opozîsyona Tirkiyê jî, heya niha lêpirsîneke berfereh nehatiye destpêkirin û Serokkomarê Tirkiyê jî belavkirina wan vîdyoyan û tometên ku Sedat Peker davêje ser berpirsên niha û berê yên hikûmetê, weke planekî navdewletî ya jinavbirina tevahiya Tirkiyê dibîne.

Gulistan Ataş û Alparsilan Ataş malbateke niştecihê bajarê Stenbolê ne. Ew zêdetirî mehekê dibe, hemû rojên yekşemê di dema taştê de li wan vîdyoyên ku Sedat Peker belav dike temaşa dikin.

Nişteciha bajarê Stenbolê Gulistan Ataş got “Her hefteyekê hevawayê wan dramayan em temaşeyî wan dikin, min ew jî xistine nav heman rêzbendiyê. Bi coş û kelecan wek rêzefîlmeke nû ya dramayê rojên Yekşemê piştî ku em ji xew radibin,em taştêya sibehê amade dikin û bi rehetî rûdinên û temaşeyî wan dikin.”

Sedat Peker serokê grûpekî mafya Tirkiyê ye, û niha li Dubey rûniştiye. Peker bi awayekî çavrênekirî bû yutuber û hijmareke zêde ya temaşevanên vîdyoyên wî hene. Di vîdyoyên xwe de behsa peywendiyên mafya û dewletê dike, û karbidestên Akpartî bi bazirganîkirina maddeyên hişbir û karên neyasayî tometbar dike.

Niştecihê Stenbolê Alparslan Ataş dibêje “Bi min xweş bû, ku cilên pîs ên dewletê bêne pêşandan û eşkere kirin, Ji ber ew kesên ku Quranê bi destê xwe digirin, me dît di heman demê de karê kokayînê dikin, zanyariyên ecêb didin me. Ez çaverê dikim wek rêzefîlma dramayê ev kesayetî nihêniyên kê jî eşkere bike.

Beşekî çavdêr û pisporan ku ji nêzîk ve rojeva Tirkiyê dişopînin, zêde li ser vîdyoyên Sedat Peker digerin, ji ber xelk li ser rewşa welatê xwe zelalbûnê dixwazin.

Rêveberê Raporta Tirkiyê Can Selçûklû got “Di destpêkê de divê jibîra me neçe ku ew tawanbar e. Lê xwast li ser vîdyoyên wî beşke ji xwastên civakê bo zelalbûnê.”

Tevî guşarên opozisyonê bo lêkolînê ligel wan kesên ku Peker wan binav dike, serokkomarê Tirkiyê berevaniyê li wezîrê navxwe û karbidestên AK Partî dike û dibêje ew tişta ku tê veguhestin pîlaneke navdewletiye dijî welatê wan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan got “Bi saya Xwedê û piştîvaniya xelkê hevawayê pîlanên berê, em ê vê  operasyona gemarî jî têkbişkînin, bila kesek gumanê di vê yekê de neke.”

Sedat Peker ji 2ê Gulana îsal û heta 6ê Hezîranê 9 tomarên vîdyoyî belav kirine. Di dehemîn zincîreya vîdyoyên xwe de ku biryare di 14ê Hezîranê de belav bike, behsa Recep Tayyîp Erdogan Serokkomarê Tirkiyê dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin