"Xelîfeyê nû yê DAIŞê sîxûrê Amerîkayê bû"

"Xelîfeyê nû yê DAIŞê sîxûrê Amerîkayê bû"

.

A+A-

Rojnameya Washington Post ragihandiye ku Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî, ku piştî Ebûbekir Bexdadî bûye xelîfeyê DAIŞê, di zindanê de weke sîxûrê Amerîkayê xebitiye. 

Rojnameya Washington Post ragihandiye ku Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî, ku piştî Ebûbekir Bexdadî bûye xelîfeyê DAIŞê, di zindanê de weke sîxûrê Amerîkayê xebitiye.

Li gor raporta rojnameya Washington Post, ew zindanî weke kesekî "alîkarê" Amerîkayê bûye û hemû hewlên xwe daye ji bo bi sûd bibe û zanyariyên bi hûrgilî derbarê rikaberên xwe yên li nav rêxistina berê ya DAIŞê de dane Amerîkayê.

Ew sîxûrê Amerîkayê di dema lêpirsîna sala 2008an de bi hûrgilî behsa çawaniya dîtina baregeha veşartî ya ragihandina rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraqê kiriye û heta rengê deriyê derve yê baregehê jî ji Amerîkiyan re gotiye.

Berpirsên Amerîkî derbarê fermandarekî grûpê de, ku kesekî ji welatê Swêdê û bi eslê xwe ji welatê Mexrîbê (Fas) ye û navê wî Ebû Qisûr e, pirsyar ji Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî kirine û wî jî nexşeya cihê wî xêz kiriye, ku Ebû Qisûr lê bû. Piştî çend hefteyan, hêzên Amerîkayê di êrîşeke esmanî de Ebû Qisûr kuştibû.

Li gor belgenameyên nepenî yên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, sîxûreke berhemdar bûye û bi dehan hûrgilî dane ber destê Amerîkayê ku gelek girîng bûne.

Alîkarê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê bo Kiryarên Taybet Christopher Mayer ragihandiye navê rastîn ê Qureyşî, Emîr Mihemed Seîd Ebdurehman El Mewla ye.

Qureyşî xelkê Iraqê ye û temenê wî 31 salî bû, ku di dawiya 2007 û destpêka 2008an de hat desteserkirin. Di meha Tîrmeha 2008an de lêkolîna derbarê wî de hat rawestandin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin