Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê

Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê

.

A+A-

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku ev hefteyek bû berdewam bû û bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve çû, îro bidawî hat û bi merasîmekê xelat hatin dabeşkirin.

Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bi vî awayî ne:

Fîlma Past a derhêner Lazyo Zana, xelata `Baştirîn Kurte Fîlma` a Bîneran bo beşa `Riwangeya Kurdî` bi dest xist

Fîlma King`s Garden a derhêner Iraj Mohammadi Razini, Xelata `Baştirîn Kurte Fîlma Anîmasyonê` bi dest xist

Fîlma "Jûra 217" xelata rexnegiriyê ya `Baştirîn Kurte Fîlma Kurdî` wergirt

Fîlma "Ez çirayê vedimirînim (I Turn Off The Light)" xelata jûriyê ya `Baştirîn Kurte Fîlma Kurdî` wergirt

Fîlma White Clad a derhêner Reza Fehmî xelata `Baştirîn Kurte Fîlma Navdewletî` bidest xist

Fîlma Store Policiy a derhêner Sara Arnold xelata jûriyê ya `Baştirîn Kurte Fîlma Navdewletî` bidst xist

Fîlma The Kites a derhêner Seyîd Peyam Husênî xelata `Baştirîn Kurte Fîlma Kurdî` wergirt

Dana Çûbanu bi fîlma Resentment `Baştirîn Ektera Jin` di kategoriya fîlmên dirêj de wergirt

Cewad Îzetî xelata `Baştirîn Ekterê Zilam` di kategoriya fîlmên dirêj de wergirt

Semî Îldîz û Dastan Japar xelata `Baştirîn Wênegiriyê` bo fîlmên dirêj wergirt

Fîlma Îranî ya `Qehremanek` a derhêner Esxer Ferhadî xelata `Baştirîn Senaryoya Fîlma Dirêj` wergirt

Derhênerî Kolombî Apichatpong Weerasethakul xelata `Baştirîn Derhênerê Fîlma Dirêj` wergirt

Fîlma Taqîgeha Jimare 2 ya derhêner Îdrîs Ebdî û Aware Umer xelata `Baştirîn Belgefîlma Kurdî` bi dest xist

Fîlma Sand Women xelata `Baştirîn Belgefîlma Navdewletî` wergirt

Fîlma Memoria a Kolombî Xelata jûriyê ya `Baştirîn Fîlma Dirêj` bi dest xist

Fîlma `Qehremanek` a derhêner Esxer Ferhadî xelata `Sinobera Zêrîn` wergirt

 

 

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya festîvalê bû

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê roja Înê 17ê Kanûna 2021ê li Hola Hunerê ya Sîlêmaniyê bi fîlma derhêner Dana Kerîm Korkî ya “Mala Daliya” dest pê kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê weke çar xulên borî di vê xulê de jî sponsora medyayî ya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bû.

Rêkxerê 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê Daner Omer ji Rûdawê re ragihand ku di xula îsal de ji 35 welatan 143 fîlm beşdar bûn.

Derhênerê naskirî Nurî Bîlge Ceylan jî beşdarî Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bû ku mijara koçberî û hişyariya li ser jîngehê du mijarên sereke yên festîvalê bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin