Xelatên 14an ên Hrant Dînkî dane TIHV û Shaharzad Akbarê

Xelatên 14an ên Hrant Dînkî dane TIHV û Shaharzad Akbarê

.

A+A-

Bi vîdeoyekê silav dane 'Ronahî"yên sala 2022yê yên ku li Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê bi kar û barên xwe 'ronî' dane ser mirovahiyê, rê li ber mirovan û civakan vekirine.

Merasîma Xelata 14an a Hrant Dînkî ya Navnetewî du bi şev (15ê Îlonê) saet di navbera 20.00 û 21.30 deqîqeyan de online pêk hatiye. 

Di merasîmê de xelat dane Weqfa Mafên Mirovan (TIHV) Shaharzad Akbarê. TIHVê ji bo ku li cîhanê îşkence û kiryarên xirab nebin û aştiya civakî pêk bê, demokrasî pêş bikeve û rûmeta mirovahiyê bê parastin kar dike, hêjayî vê xelatê hatiye dîtin. Akbar jî ji bo ku li Afganistanê têkoşînê li dijî astengiyên li ber jinan û zarokên keç tên danîn, ên di warên perwerde, azadiya xweîfadekirinê, birêxistinkirinê, civînê û geştê tên danîn derdikeve û hewl dide dengê jinan û zarokên keç li cîhanê belav bike û ji bo hewl dide cidakariya zayendî ya li welatê wê serwere bidawî bibe, hêjayî xematê hatiye dîtin. 

Îpek Bîlgînê bi tirkî, Tûgrûl Tulekî jî bi ingilîzî merasîm pêşkêş kiriye û 2,5 Cihê Bîrê yê Hrant Dînkî mazûbaniya bernameyê kiriye.   

Di merasîmê de li ser navê Weqfa Hrant Dînkî Serokê Komîteya Xelatê Ahmet Însel axiviye û bi xêrhatine beşdaran kiriye. 

Dadwer û Mafparêz Albie Sachs di merasîmê de axiviye û behsa hêvî û piştgiriyê kiriye: 

"Merasîmên xelatan ên bi vî rengî, ne tenê ji bo kesên ku di warê mafparêziyê de kar û barên taybet û hêja kirine hilbijêrîn girîng in, ji bo ew pêtê biçûk ê di reştariyê de jî şewqê dide zindî bimîne ne." 

Bi vîdeoyekê silav dane 'Ronahî"yên sala 2022yê yên ku li Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê bi kar û barên xwe 'ronî' dane ser mirovahiyê, rê li ber mirovan û civakan vekirine.

Her weha di merasîmê de gelek hunermendan stran strîn. 

Bakkalcı: Armanca me ya yekem ew e ku li cîhanê îşkence nebe 

Li ser navê TIHVê Metîn Bakkalci ji bo xelatwergirtinê axivî û got: 

"...Ji bo em şert û mercên ku binpêkirinên mafên mirovan ên cidî/giran û îşkence yên em bi taybet li ser wan kar dikin, bidawî bibin kar dikin û em bi vê armancê xebatên xwe bibandortir dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em xeyala xwe ya cîhaneke bê îşkence ava bikin û pêwîstiya cîhanê ji saziyên mîna me nemîne. Di encamê de jî em hebûna xwe bidawî bikin."

Ji bo li tevahiya axavtina Metîn Bakkalciyî guhdar bike, bitikîne

Akbar: Ji bo hemû mafên mirovan em daxwazên xwe xurt bikin 

Shaharzad Akbar jî axiviye û gotiye: 

"Em bang li tevgera feminîst û tevgera mafên mirovan a cîhan dikin ku piştgiriya gelê afgan bikin. Em bang dikin ku dijminatiya Talîbanê ya li dijî jinan normal nebînin. Em bang dikin ku ew deng û daxwazên jinên afgan ên li qadan dibêjin "nan, kar, azadî", bi dengekî bilind dubare bikin."

Ji bo li tevahiya axavtina Shaharzad Akbarê guhdar bike, bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin