Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Xalis Misewer û Pirtûkek Nû

A+A-

 

  Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêşgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li Rojava digere.. Ew jî evin: Dildarê Mîdî, Diya Ciwan, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleş, Rezoyê Osê, Konê Reş, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Mele Ehmedî Palo, Mehmûd Sebrî, Mihemed Elî Heso, Ferhad Içmo, Ebûdê Mexso.. 

  Mamoste Xalis di pêşgotina xwe de wiha dibêje: (Di vê babetê de, emê helbestvanên kurd yên Rojava, ku berhemên wan li ber destên me hene, ji aliyên netewî û wêneyên hunerî, ji sirûd û xweşxaneyên wan lêkolîn bikin. Bê ka helbesyên wan gîhane kîjan asta hunerî û ta kîjan redeye van helbestvanan karîbû bi helbestên xwe yên bedew, rê li ber miletê xwe ronî bikin û wî bi pirsgirêka netewî û bi bindestiya wî ve hişyar û mijûl bikin…).

  Bêguman ev pirtûka mamoste Xalis navtêdaneke ji helbestvanên ku bi kurdî dinivîsînin.. herwiha jî bangeke ku keç û xortên kurdan bi kurdî his û hasten xwe derînin. Û di baweriya min de ev yekemîn hewildane di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava, bi zimanê Kurdî.. ji dil û can spasiya mamoste Xalis Misewer dikim û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim.

2-011.png

Önceki ve Sonraki Yazılar