WSJ: Di Cotmehê de Brunson serbest tê berdan

WSJ: Di Cotmehê de Brunson serbest tê berdan

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, bi ser zarê berpirsên Tirk û Amerikayî diyar kir ku, Keşe Andrew Brunson, di 12ê meha Cotmehê de ji alî dadgehê ve dikare serbest bê berdan.

A+A-

Berpirsên Tirk bihêvî ne, piştî serbestberdana Keşe Brunson pêwendiyên wan ligel Amerikayê dîsa asayî bibe.

Wall Street Journal (WSJ) dinivîse ku, aloziya li ser girtîbûna Brunson, aboriya Tirkiye xiste rewşeke xerab û tê çaverêkirin, piştî serbestberdana wî, ew yekser sefera Amerika bike.

Keşe Brunson bi tometa piştgiriya terorê hatibû girtin û daxwaza 35 sal cezaya zindanîkirinê lê tê kirin. Rewşa girtina wî, pêwendiyên Waşington û Enqere xistin aloziyê. Amerika çendîn dorpêç li ser Tirkiyeyê sepandin ên ku bandorek neyênî li aboriya Tirkiye kirin û nirxa Lîreya Tirkî beramberî Dolara Amerikî gelekî daket.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin