WHO: Wê mirin zêdetir bibin, pêwîste derzî bi welatên hejar re bên dabeş kirin

WHO: Wê mirin zêdetir bibin, pêwîste derzî bi welatên hejar re bên dabeş kirin

.

A+A-


 Berpirsê giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros, hişyarîya mirinên zêdetir di sala duyem a pandemiya Covid-19 de da û got, pêwîst e welatên dewlemend derziyên koronayê li welatên hejar dabeş bikin û dev ji derzîkirina zarokan berdin.

Dr. Tedros, di civîna li navenda WHOyê ya Cenvreyê de, bal kişand ser bêdadîya bernameya derzîkirinê ku piraniya helmeta derzîkirina koronayê tenê li welatên dewlemend pêk hatiye û wiha got:

"Welatên hejar hîn têra karmendên tenduristiyê jî derzî dabîn nekirine. Li hin welatan nexweşxane têrê nakin. Pêwîste welatên dewlemend dev ji derzîkirina zarok û ciwanan berden, derziyên koronayê bo welatên hejar dabeş bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin