WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

.

A+A-

Rêveberê Programa Hawarçûnê yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) Mike Ryan ragihand; îhtimala wê yekê li holê  ye ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, jiyan asayî bibe.

Duh pêncşemê, Mike Ryan ji kanaleke Îrlandî re axivî û diyar kir ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, dibe ku jiyan asayî bibe.

Mike Ryan destnîşan kir ku tevî asayîbûna jiyanê, divê xweparastin zêdetir li ber çavan were girtin û rêkarên tendirustiyê werin cîbicîkirin û xelk xwe ji qerebalixê dûr bixin.

Herwiha Ryan eşkere kiriye ku derketina derziya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19), wateya wê yekê nade ku belavbûna vîrûsê bi dawî dibe, lê derfet dide me ku em li hember bandora vîrûsê, bi ser bikevin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin