WHO: Li Sûriyê ji 12 milyon kesan re alîkariyên tendirustî pêwîst e

WHO: Li Sûriyê ji 12 milyon kesan re alîkariyên tendirustî pêwîst e

.

A+A-

 Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, li Sûriyê pêwîstiya 12 milyon kesan bi alîkariyên tendirustî heye.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî herwiha bang kir û ragihand ji bo peydakirina pêdawîstiyên tendirustî pêwîstiya wan bi 257 milyon û 600 hezar dolarî heye.

Li gor raporteke wê rêxistina navdewletî, di nava wan 12 milyon kesan de, 4 milyon koçber û milyonek û 330 hezar zarok hene ku temenê wan di bin 5 salan de ye, pêwîst e bi lez alîkariya wan di warê tendirustî de were kirin.

WHO herwiha dibêje li Sûriyê 167 hezar kes bi Coronayê ketine û nêzîkî 6 hezar û 500 kes ji pêketiyên vê vîrusê li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin