WHO: Di pandemiyê de herî kêm 115 hezar karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane  

WHO: Di pandemiyê de herî kêm 115 hezar karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane  

.

A+A-

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku di pandemîya vîrusa korona de herî kêm 115 hezar xebatkarên tenduristiyê canên xwe ji dest dane.


Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku karmendên tenduristiyê ew 18 meh in di navbera mirin û jîyanê de diçin û tên.


Tedros dîyar kir ku ew dizanin ku karmendên tenduristiyê bo nexweşên vîrusa korona bedelên mezin didin.
Herwaha ragehand ku jimareke karmendên tenduristiyê ji destpêka pandemîyê pê ve nikarin kelûpelên berevanîyê bi dest bixin û vaksîn jî negihiştine wan.


Berpirsê WHO got bêhtir ji sedî 75 vaksînên vîrusa korona bi tenê yên 10 dewletan e û dîyar kir ku eger ew bi rêkûpêkî bihatana belavkirin dê têrî hemî karmendên tenduristiyê û kesên temen mezin bikirana.


Tedros dîyar kir ku nebûna vaksînan bi awayekî wekhev nebûna vaksînan e û da zanîn ku ew rewş vîrusê mayînde dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin