Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê û WHO civiyan

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê û WHO civiyan

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê û WHO civiyan

A+A-

Hejmara pêketiyên vîrûsa Korona li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Di nava 24 demjimêrên bûrî de, hejmara pêketiyên Korona bi awayekî berçav zêde bûye û pêşbînî jî metirsîdar in. Derbarê rewşê de jî, Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cihanê civiyan.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî ragihand, "Bi amadebûn û serperiştiya Wezîrê Tendirûstiyê, Encûmena Şêwirmendiyê ya Bijîşkên Bêsînor û şêwirmend û bijîşkên xwedî ezmûn ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) li ser rewşa Koronayê li Herêma Kurdistanê di civînekê de ne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gelekî zêde bûye. Pêşbînî xeternak in. Ji bo hişyarkirina welatiyan a xweparastina ji vê vîrûsê, pêwîstî bi beşdarbûna hemû çînên civakê heye.”

Demek eWezareta tenduristiyê bi berdewamî bang li welatiyan dike ku xwe ji Korona biparêzin, lê belê ji ber pabednebûna welatiyan bi danîna maskê û dûrketina civakî, hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêde dibe.

Di nava sê rojên dawî de, her roj zêdetirî hezar kesî li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Korona dikevin. Bi vê yekê jî, hejmara pêketiyan nêzîkî 65 hezar bûye, 2 hezar û 226 kes jî bi koronê canê xwe ji dest dane.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin