Wezîrê nû yê DYAyê: Tirkiye qaşo hevalbend e

Wezîrê nû yê DYAyê: Tirkiye qaşo hevalbend e

.

A+A-

Antony Blinkenê ku Joe Biden, Serokê nû yê DYAyê wê wî bike Wezîrê Karûbarên Derve ji bo Tirkiyeyê gotiye “qaşo hevalbend” û behsa mieyidiyan ango cezakirinê kiriye.

Antony Blinkenê ku Joe Biden, Serokê nû yê DYAyê wê wî bike Wezîrê Karûbarên Derve gotiye ku di dema wezîfeya wî de ew ê binêrin bê ka ji bo Tirkiyeyê cezayên nû hewce dike yan na.

Blinkenî gotiye ku Tirkiye weke hevalbendan tevnagere û wiha dewam kiriye: “Nayê qebûlkirin ku qaşo hevalbendê me yê stratejîk, bi Rûsyayê re ango mezintirîn rikeberê me yê stratejîke re li ser heman xetê be.”

“Ji bo me rewşeke zehmet e”
Blinkenî ji pirseke din a derbarê Tirkiyeyê de ya senatorekî din wiha axiviye: “Divê em li bandora mieyideyên heyî binêrin û biryarê bidin bê ka hewce bi mieyideyên zêdetir heye yan na. Tirkiye hevalbendeke lê li gelek deveran weke hevalbendan tevnagere. Ev ji bo me rewşeke zehmet e.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin