Wezîrê Navxwe: Nayê qebûlkirin kesek destdirêjiyê li hêzên navxwe bike

Wezîrê Navxwe: Nayê qebûlkirin kesek destdirêjiyê li hêzên navxwe bike

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di merasîma vekirina applicationa “save you” de axivî û spasiya hêzên polîsan kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir, serî bi rêz ji bo şehîd Neqîb Mihemed ditewînin ku berî çend rojan li parêzgeha Silêmaniyê di erkê fermî de bi destê hejmarek ji tawanbaran hatibû şehîdkirin.

Wezîrê Navxwe herwiha eşkere kir, Neqîb Mihemed di erkê fermî de di dema parastina jinekê de hate kuştin. Daxwaz ji dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê kir, lêkolînên cidî di tawana kuştina wî de bikin.

Wezîrê Navxwe eşkere kir, çendîn endamên polîsan di cibicîkirina erkên xwe yên fermî de hatine kuştin, ew şehîdên welat in.

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Di cibicîkirina yasayê de, piraniya polîs û efser birîndar bûne û rastî pirsgirêkên civakî dibin û rojane gef li wan tên xwarin. Ez we piştrast dikim ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe li pişt we ne, nayê qebûlkirin kesek destdirêjiyê li hêzên navxwe bike û tu caran jî li xwîna we jî xweş nabin.”

Herî dawî da zanîn: “Her kesek derveyî yasa tundûtûjiyê li hember jin, zarok yan her kesekî bike, wê rûbirûyî yasa û dadgehan bibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin