Wezîrê hindur yê Siwêdê: Kurdan di şerê li dijî DAİŞê de roleke mezin lîst

Wezîrê hindur yê Siwêdê: Kurdan di şerê li dijî DAİŞê de roleke mezin lîst

Wezîrê hindur yê Siwêdê, pêdivî dibîne ku peywendîyên wan li gel Kurdan berdewam û bihêz bin û bêtir giringîyê bidin vê yekê.

A+A-

Wezîrê hindûrî yê siwêdê, bi pêdivî dizane ku peywendîyên wan li gel Kurd mukim û bihêz be û giringîyeka zêdetir pê re bihê dan. Li ser dadgahîkirina jin û zaroyên çekdarên Daişê jî, dibêje: bi egera mercên yasayên nêvdewletî, axivtin li ser dadgeha nêvdewletî ne tiştek sanahîye.

Mîkayîl Dambêrî, wezîrê hindûrîyê hikumeta Siwêdê bi Kurdistan24 re ragehand. Wezareta  derve ya Siwêdê peywendî bi Kurd re heye, nemaze li pişkeka wan kempên ku dikevin jêr çavdêrîya wê, lew giringe ew peywendî bi mukimî vemîne.

Got jî, Kurd di şerên li dijî DAİŞê de roleke xwe ye girîn heye, kara hebûye û hewlek mezin dan, nemze jî derbarê paraztina mafên mirovan.  Bêgûman peywendîyên min li gel wan mukimtir dibe.  Gelek dijware li vir behsa dadgeha nêvdewletî bikîn. Çunku gelek mercên yasayayên nêvdewletî hene ku nabe ji çarçoveya wê derkevîn. Derbarê reftarkirinê li gel Kurd pirsyar çê dibe, nemaze şêwaza peywendîyê li gel hikumet û rewşa Kurd.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin