Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kir

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kir

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê James Rick Perry piştî civîna ligel Serok Mesûd Barzanî got: “Amerîka û Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên girîng ên enerjiyê ne. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene.”

A+A-

Serok Barzanî û James Rick Perry piştî hevdîtinê civîna  rojnamevanî pêk anîn.

 

Destpêkê Serok Barzanî di kongreyê de ragehand ku, wî li gel Wezîrê Amerîkayê James Perry pêwendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê de û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

 

Perry amaje bi rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û wiha pê de çû: “Bi saya wan îro ev gel bi azadî dijî. Piştî azadî û ewlehiyê derfetên baş çêbûne. Îro li herêmê aramî pêk hatiye. Ev derfeta baş me di warê veberhênanê de jî han dide. Êdî dema behskirina binêsaziya aboriyek baş hatiye. Sedema sereke ya serdana min ew e ku ji bo avakirina dahatutyek baş mercên guncav pêk bînin.

 

Perry herwiha da zanîn ku Amerîka û Herêma Kurdistanê xwediyê çavkaniyên girîng ên enerjiyê ne û got: “Di hevdîtina ligel Serok Barzanî de me behsa xalên hevbeş û warê min Teksas û Kurdistanê kir. Me got ku li ber gelê Kurdistan û Amerîkayê de çavkaniyên enerjiyê yên  baş hene. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir ji bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene”
 

Armanca serdana şanda amerîkî ew e ku peywendiyên di navbera Herşma Kurdistanê û mijara hinardekirina petrol û gaza sirûştî û taybetî petrol Kerkûkê gotûbêj bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin