Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim koça dawî kir

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim koça dawî kir

.

A+A-

Cîgirê serokwezîr û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim, îro Duşemê koça dawî kir.

Li gor daxuyaniyek serokatiya hikûmeta Sûriyê û Wezareta Derveê, Welîd el-Muelim vê sibehê fecrê koça dawî kiriye.

Di daxuyaniyê, tu zanyarî derbarê sedema mirina Welîd el-Muelim nehatine dayin.

Welîd el-Muelim ku ji sala 2006an ve Wezîrê Derve yê Sûriyê bûye, ji tebaxa 2011ê ve yek ji berpirsên Sûriyê ku sizayên Amerîkayê li ser hatibûn sepandin.

Welîd el-Muelim kî ye?

Sala 1941 li Şamê ji dayik bûye, sala 1963 bawernameya bekaloriyosê di aborînasiyê de ji Zanîngeha Qahîreyê wergirtiye. Sala 1964 li Wezareta Derve bûye karmend û di 1957an de bûye balyozê Sûriyê li Romanya.

Welîd el-Muelim di navbera sala 1990 heta 1999 de Balyozê Sûriyê li Amerîkayê bûye, sala 2005 bûye Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê û ji sala 2006an ve Wezîrê Derve yê Sûriyê bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin