"Wezîrê derve yê Şêx Ubeydullahê Nêhrî Sîmon Efendî ye Ermenî ye"

"Wezîrê derve yê Şêx Ubeydullahê Nêhrî Sîmon Efendî ye Ermenî ye"

Bîrûbawerîya neteweyîya kurdî ne tenê bi dil bi mêjî jî li ber Şêx Ubeydullahê Nêhrî peyda bûye û wî xwestîye di jîyanê de realîze bike.

A+A-

Di 1ê Nîsana 2017ê de li Stockholmê jî kitêbxaneya Kurdî û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê semînerek li dar xist. Babeta semînerê di belgeyên Qacarî de Serihildana Şêx Ubeydullahê Nêhrî(1880) bû ku ev belge ji alîyê nivîskar Mihemed Hemê Baqî ve bi soranî hatine tomarkirin; Zîya Avcî (Elîşêr) van belgeyan wergerandîye kurmancî û kitêb ji alîyê weşanxaneya Nûbihar hatîye çapkirin. Zîya Avcî di derheqê vê kitêbê de agahî da.

Zîya Avcî di axaftina xwe de bahsa serîhildana Şex Ubeyedulahê Nêhrî û şehsîyeta wî ya bi hêz li ser civata kurdan kir, Şêx Ubeydullahê Nehrî him ji serhildana Bedirxanîyan ders vergirtîye; li hember gayrî musliman sîyaseteka dostane, xweşbînî û dûrbinî meşandîye û him rêvebirê îrşada Nexşîbendîyê bûye û him jî dewlemendekî xwedîyê gundan bûye; wî vê hemû nifûsa xwe bi kar anîye Heqarîyê/Şemzînanê ji bin destê Osmanîyan derxistîye û xwestîye Kurdistanekê serbixwe ava bike.

Dem dema piştî ku hemû mîrekên kurdan li Kurdistanê têk çûne û Şerê Osmanî û Rûsan a 1877-78 de Osmanî di şerê de têk çûne û bi peymana San Stevano hinek bajar bikevin bin destê Rûsyayê û li ser axa 6 bajar;  Wan, Mûş, Erzirom, Diyarbekir, Cizîr û Sêwas dewleta Ermenistan bihê ava kirin; lê ev peyman bi peymana Berlînê hatîye betalkirin û neketîye jîyanê.

Şey Ubeydullah Nêhrî Civînekê berfireh di tîrmeha 1880ê de li dar xistîye, civîn mehekê ajotîye, di civînê de nûnerê ji her miletî û gelek serokaşîrên kurdan bêşdar bûne, organ hatine destnîşankirin, wezîfe hatine parvekirin; berpirsîyarê karûbarê derve Sîmon efendî yê ermenî tayîn kirîye. Herweha di civînê de bîryar hatîye wergirtine ku serhildan li Îranê dest pê bike; çunkî wê demê dewleta Qacarî li Îranê qels e ew bi Tirkmenan re di şer de ye. Ev biryar dixin jîyanê; di bin seroktîya kurê wî Abdulqadir de serihildan li Kurdistana Iranê dest pê dike; ermenî û suryanî jî piştgirê didin serhildanê, destpêkê de gund yek bi yek dihên rizagar kirin. Ingilîz jî vala nasekinîne; hesabê wan li ser Tirkiyeyê heye û ermenî û suryanîyan bêteref dikin.

Li gor Avcî du sebebê bingehîn heye ku serhildan têkçûye; yek her eşîr bi serê xwe bêşdarê serhildanê bûne û kordînasiyon di navbera wan de tunebuye ya duyem jî leşker ji perwerdeya leşkerî bêpar bûne û sîyaseta Ingilîz û rûsan ji di vî warî de rol listîye.

Piştî têçûna serîhildanê, li ser daxwaza dewleta Qacarî Osmanî Şêx Ubeydullah li Stenbolê dikin "mêvan", ew li wê bi pasaportekî sexta ya rûsan direve, vedigere Kurdistanê, li Kurdistanê bi heyranî dihê pêşewazîkirin û li dijî leşkerên osmanîyan şer dike û bi ermenîyan ve dîsa têkilyên baş datîne. Di sala 1882ê de di şerê dijî osmanîyan de ew û kurê wî Abdulqadir sirgunê Mekkeyê dibin û li wê dimre.

Li gor Zîya Avcî; bîrûbaweriya neteweyiya kurdî di salên 1560 de ji alîyê Şeref Xanê Bedlisî ve hatîye avêtin. Piştî sed sal  Ahmedê Xanî  hê zelaltir û rêkûpêktir xwedî li bîrûbaweriya kurdeweriyê derketiye û pêşve birîye û piştî du sed sal jî bîrûbawerîya neteweyîya kurdî ne tenê bi dil bi mêjî jî li ber Şêx Ubeydullahê Nêhrî peyda bûye û wî xwestîye di jîyanê de realîze bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin