Wezîrê Derve yê Îsraîl: Îranê xetên sor derbas kir emê êriş bikin!

Wezîrê Derve yê Îsraîl: Îranê xetên sor derbas kir emê êriş bikin!

Wezîrê Derve yê Îsraîl, Îsraîl Katz ragihand, eger ew neçar bimînin bo astengkirina çekên etomî yên Îranê, ewê êrişî Îranê bikin!

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ji rojnameya Îtalî ya bi navê “Corriere Della Sera” re gotîye, eger Îran di bernameya etomî ya xwe de xetên sor derbas bike, wê çaxê dê li hember xwe enîyeka mezin bibîne ku ji welatên kendavê û Amerîka pêk hatîye û dê bi sedan mûşekên “tomahawk” bi ser serê Tehranê de bibarin!

Katz her wiha ragihandîye, eger tekane rêya astengkirina çekên etomî yên Îranê, êrişa serbazî be wê çaxê Îsraîl dê wê bike û bo wê jî amade ye.

Wî wezîrê cihû daye zanîn, niha Îsraîl û Erebistanê bi hev re xwe li hember tehdîdên Îranê amade dikin û gotîye, ew nikare agahîyên zêde li ser wê yekê bide.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin