Wezîrê Derve yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê ye

Wezîrê Derve yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembî 18ê Kanûnê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok kir û herdu alî bi hev re civiyan û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê de ragihand, behsa hevkariyên Hollandayê ji Herêma kurdistanê re hat kirin, bi taybet hevkariyên wî welatî di şerê li dijî DAIŞê de û hebûna hêzên wî welatî li Herêma Kurdistanê ji bo rahênankirina Pêşmerge. Herwiha spasiya wê welatî kir ji bo hevkariyên hikûmet û rêxistinên wê yên ne hikûmî ji bo gihandina hevkariyan ji koçberan re.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz kir, Hollanda hevkariyên zêde bi Herêma Kurdistanê re bike û bi taybet di warên keştûkal, aborî û xwendinê de û girîngiya zêdetir jî pê bide.

Amaje bi wê jî kir, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin, ku tê çaverêkirin di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de pêwendî ber bi pêş ve biçin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Hollandayê ragihand, pêwendiyên wan yên baş bi Herêma Kurdistanê re hene û girîngiyeke zêdetir pê didin.

Got jî, wan hevkariya hêzên Pêşmerge kirine û hevkariyên wan yên leşkerê ji Pêşmerge re berdewam dibin û ew dixwazin Herêma Kurdistanê bibe herêmeke bihêz û pêwendiyan wan jî bihêztir bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin