Wezîrê Derve yê Holandayê pêşwaziya şandeya ENKS kir

Wezîrê Derve yê Holandayê pêşwaziya şandeya ENKS kir

Li gor jêderên taybet, di civînê de, rewşa Sûryê bi giştî, û ya Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate gengeşekirin

A+A-

Wezîrê derve yê Holandayê Bert Koenders pêşwaziya şandeyeka Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Şandeya ENKSku ji her yek ji serokê wê Îbrahîm Biro û serokê komîteya peywendiyên derve Kamîran Haco pêkdihat, li ser dawxazeka fermî ya wezareta derve ya Holandayê gihiştiye vî welatî û di civîna wê li gel wezîre re, berbirsa beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê di wezareta navbûrî de amade bû.

Li gor jêderên taybet, di civînê de, rewşa Sûryê bi giştî, û ya Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate gengeşekirin. Şandeya ENKS ne razîbûna xwe ji çend xalên "Belgeya Çareseriya Siyasî" ku vê dawiyê desteya bilind ya guftugiyan bi ser opozîsyonê ve weşandiye ku têde bi awayekî berçav mafên gelê kurd hatine piştguhkirin diyarkir.

Di civînê de her weha şandeya kurd, li ser binpêkirinên mafên mirovan ku bi awayekî berfereh ji aliyê desthilatdariya PYD ve dijî partî, serok û alîgirên ENKS tên birêvebirin rawestiyaye.  

(E.B) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin