Wezîre Derve yê Amerîkayê pesnê Pêşmerge û HSDê da

Wezîre Derve yê Amerîkayê pesnê Pêşmerge û HSDê da

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber rola li dijî DAÎŞê pesnê Pêşmerge û Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) da.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dibêje “Du sal berî niha, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê, bi hevkariya hêzên xwecihî, hemû axa Iraq û Sûriyê ya di bin destê DAÎŞê de bû rizgar kir. Ji bo bi temamî ji holê rakirina DAÎŞê, ew pêngaveke mezin bû.”

Di meha Tebaxa 2014an de DAÎŞ bi destê hêzên Pêşmerge û bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî yekem car şkest. Di Îlona 2014an de jî şervanên Kurd li Kobanê bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî û alîkariya hêzên Pêşmerge DAÎŞê têk birin.

Antony Blinken di beşek axavtina xwe de pesnê hêzên ewlekariya Iraqê, Pêşmerge û HSDê da û got “ji bo paşmayînê DAÎŞê biqedînin, em ê bi hêzên xwecihî re xebatên xwe berdewam bikin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku dema ku xîlafeta DAÎŞê têk çû hezên hevpeymaniya navdewletî ku ji 83 welatan pêk tê, hewldanên qedandina rêxistina terorîs berdewm dikin.

Blinken di berdewamiya axvtina xwe de got “Me perpirsên payebilind yên DAÎŞê kuşt. Ji bo ku pêşî li ber xwe ji nû ve bihêzkirina rexistinê bigrin, em ê bi berdewamî paşmayînan bikin hedef. Bi têkbirina DAÎŞê, lu Iraq û Sûriyê nêzikî 8 milyon kes vegeriyane malên xwe û ji bernameya hevpeymaniya navdewletî ya îstîkrarê sûdê wergirtin û li ser axa xwe dijîn.”

Blinken da nîşandan ku her çend rizgarkirina axa Iraq û Sûrîyê xaleke werçerxbû jî, erka wan bi dawî nehatiye û têkoşîna li dijî DAÎŞê dê berdewam bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin