Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê: Em ê Îdlibê kontrol bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê: Em ê Îdlibê kontrol bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Alî Evdila Eyûb li Meclîsa Sûriyê ragihand ku ew ê cardin Îdlibê bixin bin kontrola xwe.

A+A-

Eyûbî got "Îdlib dê ne îstîsna be. Ev yek ji çar herêmên kêmkirina gengeşeyê ye. Sisêyên din giş ketin bin kontrola me. Me tevahiya Sûriyê rizgar kir. Ev jî tê vê wateya ku artêşa Sûriyê amade ye artêşa me erka xwe dikare bicih bike û nehêle herêmekê jî nekeve bin kontrola hikûmetê heke pirsgirêk çareser nebin."

Alî Evdila Eyûb di derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî got: "Di destê Emerikayê de weke kartekê, tenê DSGê maye. 2 vebijêrk li ber HSDê ye. An hevdîtinan pêk bînin, an jî artêşa Sûriyê hemû deverên di bin kontrola HSDê de rizgar bike."

Eyûb herwiha got hebûna Emerîka û Brîtanyayê li Sûriyê deryasayî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin