Wezîrê amerîkî derbarê HSDê de daxuyaniyek da

Wezîrê amerîkî derbarê HSDê de daxuyaniyek da

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoeyî derbarê armancên HSDê yên ji operasyona Deşîşaya Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser navê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeoyî de daxuyaniyek derbarê operasyona HSDê ya roja yekşemê li ser dijî DAIŞê li Deşîşeyê daye destpêkirin de da û tê de bi kêfxweşî pêşwazî lê kir.

Pompoeyî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Deşîşe bingeheke DAIŞê ya navxerab e ku bi salan e, ew rêxistin xelkê sûrî û iraqî li wê derê terorîze dike û wiha dewam kir: Ev çend meh in ku ev operasyon bi hevahengî li gel hêzên iraqî yên li aliyê din ên sînorî tê plankirin da ku piştrast bibe ku terorîstên DAIŞê cihê revê bi dest nexin."

"EM Ê PIŞTRAT BIKIN KU HEMÛ GELÊN BAKURÊ ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ, KURD JÎ TÊ DE SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIYAR BIKIN"

Herwiha Pompeo got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser qonaxa piştî DAIŞê jî disekine û dê alîkariyê bike ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya pêwîst bi dest bixe da ku sînoran li dijî DAIŞê ewle bike û wiha dewam kir: Herwiha em dê piştrast bikin ku hemû xelkên cuda yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku ereb, kurd, xiristiyan û tirkmen di nav wan de bibin xwediyên gotina pêwîst da u siberoja Sûriyeyê di çarçoveya pêvajoya siyasî ya li gorî biryara 2254ê ya Konseya Ewlekariyê ya NYê de diyar bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin