Wezîra Derve ya Almanyayê: Divê Neteweyên Yekbûyî bibe dengê xwepêşanderên Îranê

Wezîra Derve ya Almanyayê: Divê Neteweyên Yekbûyî bibe dengê xwepêşanderên Îranê

.

A+A-

 Wezîra Derve ya Almanyayê daxwaz ji Encûmena Mafê Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî kir ku bibe dengê Îraniyan di civîna taybet a encûmenê de ku biryar e li bajarê Cenev a Swîsreya were kirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro Pêncşemê 24ê Mijdara 2022an li ser civîna îro ya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Îranê û binpêkirinên rayedarên Îranê li hember xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê axivî û got, “Xwepêşanderên Îranî nûnertiya wan li Encûmena Mafên Mirovan li Cenevê nîne û ne jî dengê wan li Neteweyên Yekbûyî heye. Lewma encûmen dikare bibe platforma deng û mafên gelê Îranê.”

Di civîna îro de ku li ser daxwaza Almanyayê tê lidarxistin, zêdetirî 50 welatan piştgiriya wê dikin, dê pirsa lêkolîna navdewletî ya derbarê binpêkirinên rayedarên Îranê tê gotûbêjkirin.

Ev civîn piştî zêdetirî du mehan ji xwepêşandanên li piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê. Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, tenê di nava vê hefteyê de 72 kesan canê xwe ji dest dan ku 56 kes ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock her wiha anî ziman, “Roj bi roj me dît ku Îranî dibin qurbaniyên tundûtûjiya hovane. Bi sedan ji wan têne kuştin, bi hezaran têne girtin û bi mîlyonan têne tepisandin tenê ji ber ku mafên xwe dixwazin.”

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, ji destpêka xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta niha zêdetirî 400 kes, ji wan 51 zarok û 22 jin, hatine kuştin.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî dibêje, bi hezaran xwepêşander û rojnamevan jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin