Wezaretê ji ber rengên kesk û sor û zer cezayê pereyan li Evrenselê birî

Wezaretê ji ber rengên kesk û sor û zer cezayê pereyan li Evrenselê birî

.

A+A-

Wezareta Bazirganiyê ji ber ku di reklameke xwe de rengên kesk û sor û zer bikar aniye 20 hezar û 953 lîreyê tirkan cezayê pereyan li rojnameya Evrenselê biriye.

Midûriyeta Giştî ya Parastina Serfkaran û Çavdêriya li Bazarê ya Wezareta Bazirganiyê, ji ber ku filmê wê reklamê di kanala TELE1ê de hatiye weşandin, 20 hezar û 952 lîreyê tirkan cezayê pereyan li rojnameya Evrenselê biriye.

Evrenselê ji bo pîrozbahiya 25 saliya rojnameyê filmekî reklaman amade kiriye ku 2 saniyeyan dewam kiriye. Di vê vîdeoyê de fotografek ji pîrozbahiyên Newrozê hatiye bikaranîn ku zarokeke keç di destê wê de şaleke kesk û sor û zer heye. Wezaretê gotiye, “zarokeke keç a di destê wê de paçeke ji rengên rêxistina terorê…”

Wezaretê diyar kiriye ku ev ceza li gorî Xala 61em a Qanûna Derbarê Parastina Serfkaran de a hejmar 6502yê û Xala 5em a Rêziknameya Derbarê Pêkanînên Bazirganiya Neheq û Reklamên Bazirganiyê de” hatiye birîn.

Her weha ji rojnameyê xwestiye ku di nava mehekê de vî pereyî bidin Midûriyeta Hesabgiriya Defterdariyê.

Wê li bal dadgehê îtirazê bikin
Devrîm Avci, parêzera rojnameya Evrenselê gotiye ew ê li dijî vê biryarê derkevin û serî li dadgeha îdarî bidin.

Beriya neha ji ber ku reklama navborî ya Evrenselê weşandibû Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di 28ê Tebaxê de cezayê herî bilin dli kanala TELE1ê birî bû. RTUKê di hinceta cezakirinê de gotibû “pesnê terorê daye, teror teşvîk kiriye û rêxistinên terorê bihêz û mafdar nîşan daye.”

Reklama Evrenselê ya navborî ev e:

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin