Wezareta Pêşmerge û hêzên Almanyayê li herêma Kurdistanê hin protokol îmza kirin   

Wezareta Pêşmerge û hêzên Almanyayê li herêma Kurdistanê hin protokol îmza kirin  

.

A+A-

Wezîrê Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê, ji bo bilindkirin û pêşvebirina şiyan û karînên Pêşmerge li ser projeyên protokolên curbicur îmze kirin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, di maresîmekê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi amadebûna Birîkarê Wezaretê Serbest Lezgîn li ser protokola komeke projeyên hêzên Almanî bo Wezareta Pêşmerge hat îmzekirin.

Di çarçoveya guftûgoyên Wezîrê Pêşmerge ligel Fermandarê Hêzên Federal ên Alman ên li Herêmê Kolonel Holgar Konkwell û Alîkarê Konsolosê Almanî yê li Hewlêrê Kartin Jasishek de, Wezîrê Pêşmerge ew pêngava dewleta Almanî bi girîng û dît û got: "Em şanaziyê bi dostaneya we ya demdirêj dikin û bi rêya reşnivîsa wan projeyan ku we pêşkêş kirine, hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve diçin.

Fermandarê Hêzên Almanya li Hewlêrê diyar kir, welatê wî di hevkarî û hevahengiya ligel hêza Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe û li gel beşdarbûna wan a berê di prosesa çaksazî û perwerdekirinê de, ew dixwazin bi rêya van projeyên nû, gavên çaksaziyê yên wezaretê berfiretir bikin.

Di dema îmzekirina li ser cîbicîkirina wan projeyan de, Wezîrê Pêşmerge ji Fermandarê hêzên Almanyayê re ragihand, bi hev re hevkarekî girîng ji bo parastina aramî û ewlekariya deverê û têkşikandina terorîstan de dikin û bi gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge spasiya hikûmeta Almanya û artêşa welatê Almanya kir bi biryara parlamentoya wî welatê hêzên Almaniya li herêmê ne û hevkarî ligel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Dewleta Almaniyaya Federal bi rêya hejmarek şêwirmendên bilind ên leşkerî û hêzên wan ên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, roleka berçav di têkşikandina terorîstan û parastina asayişa herêmê girtine ber û hevkarî û alîkariyê bi Iraqê û herêma Kurdistanê re dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin