Wezareta Pêşmerge serdana Hungariya dike

Wezareta Pêşmerge serdana Hungariya dike

Şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Hungariya dike. Rêveberê Hevahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge dibêje, şand dê li gel Wezîrê Berevaniyê û Sererkanê Hungariya û çend rayedarên leşkerî yên wî welatî bicive.

A+A-

Rêveberê Hevahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge Hejar Umer got: “Doh êvarê (18-11-2018) şandeke payebilind a wezareta me serdana Hungariya dike. Şanda me li ser vexwendina fermî ya Hungariyayê serdana wî welatî dike û dê li gel Wezîrê Berevaniyê, cîgirê wî û sererkanê wî welatî û çend berpirsên leşkerî bicivin.”

 

Hejar Umer eşkere kir ku serdana şanda Pêşmerge dê çar roj berdewam be.

 

Endamên şandê ji Berpirsê Yekeya 70 ya Hêzên Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa, Berpirsê Mîhwera 6 a Pêşmerge Sîrwan Barzanî, Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge Lîwa Bextiyar, ji Yekeya 70 Lîwa Celal û Rêveberê Hevahengî û Peywendiyên Wezareta Pêşmerge pêk tê.

 

Hejar Umer diyar kir ku "Hungariya yek ji wan welatan e ku nexweşxaneyeke wê ya mezin a leşkerî heye, emê jî di demeke nêz de bi hevkariya welatê Almanyayê, li Hewlêrê Nexweşxaneya Pêşmerge vekin, lewma di vê serdanê de emê ji bo wê nexweşxaneyê daxwaza hevkariya hemû cure bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin