Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser 'bûyera helîkopterê' bersiva HDPê da

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser 'bûyera helîkopterê' bersiva HDPê da

.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê hemwelatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin ragihand, “Bi gumana alîkariya PKKê hatibûn desteserkirin.”

Parlamenterên HDPê derbarê welatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şiban ku li zozanên Wanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve ji helîkopterê hatibûn avêtin daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin.

Hemwelatiyên K bi navên Servet Turgut û Osman Şiban roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê  ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

 Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kılıç Koçyigit, Murat Sarısaç, Muazzez Orhan Işık û Rıdvan Turan derbarê vê bûyerê de daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kirin.

Parlamenterên HDPê  di wê daxwaznameyê de diyarkirin ku îşkenceya ku hatiye kirin ne tenê li wan kesan hatiye kirin lê  tawanek e ku li dijî hemû civakê hatiye kirin.

Parlamenterên HDPê diyar kirin, “Tişta ku li Servet Turgut û Osman Şiban hatiye kirin bi tu awayî ligel hêmanên dewleta hiqûqê naguncin. Pêwîst e ev îşkenceyên ku ji aliyê ewlekaran ve tên kirin bê ceza nemînin û serederî ligel hizra bê cezayiyê bê kirin.”

Wezareta Navxwe Tirkiyê jî bi 4 madeyan bersiva daxwaznameya parlamenterên HDPê  da û amaje bi kuştina çend  leşkerên Tirkiyê kir di wî şerê berî bûyerê de û ragihand, “Osman Şiban û Servet Turgut ku di  daxwaznameyê de navên wan derbas dibin bi gumana alîkariya PKKê hatibûn desteserkirin.”

Herwiha wezareta navborî di madeya dawiyê ya bersiva xwe de diyar kir ku lêpirsîn li ser bûyerê heye û lêkolîn berdewam dikin. 

Birayê Servet Turgut, Nayîf Turgut derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandibû, roja bûyerê birayê wî bi mebesta dirûna giya 500 metre ji mala xwe ya gund dûr dikeve û “wê demê nêzikî 20 leşker diçin navê wî dipirsin. Paşê pirsa Osman jê dikin û ew jî jê re dibêje `li malê ye`. Paşê leşker wî jî li gel xwe dibin û diçin gund Osman jî digirin. Ev hemû li pêş çavên zarok û hevjînên wan çê dibin. Malbat daxwaz dikin leşker Servet û Osman nebin. Leşker dibêjin, `em dê wan bibin aliyê helîkopterê, îfadeyên wan werbigirin û berdin`.”

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ket xwarê û birîndar bû.”

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina enqest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin