Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê Partiya Azadiya Kurdistanê de daxuyanî da

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê Partiya Azadiya Kurdistanê de daxuyanî da

.

A+A-

Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan derbarê PAKê de bi armanca ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bibersîvîne, pêşnîyazpirsek dabû parlamentoyê. author_image Kurdistan24 Hewlêr  

 Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku doza girtinê ya ku di 20ê Kanûna 2018an de li dijî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hatiye vekirin, berdewam e.

Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan derbarê PAKê de bi armanca ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bibersîvîne, pêşnîyazpirsek dabû parlamentoyê û pirsî bû “Kurdistan ku der e?” Piştî vê yekê niqaşên li ser navên partiyên Kurdî yên ku di navên wan de peyva Kurdistanê hene carek din ketin rojevê.

Li ser vê yekê Sekreteriya Giştî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî nûçeyên hatine weşandin, Sekreteriya Giştî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê mijarê de lêkolînên xwe kirine, PAKê 11ê Kanûna 2014an mafê partîbûnê wek fermî wergirtiye.

Sekreteriya Giştî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha da zanîn ku doza girtinê ya ku di 20ê Kanûna 2018an de li dijî PAKê hatiye vekirin, berdewam e.

Derbarê doza girtinê de jî tê gotin: “Ji ber ku bername û rêznameya Partiya Azadiya Kurdistanê, li dijî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyê û Qanûna Partiyên Siyasî ya hejmar 2820 e, doza ji bo girtina wê hatiye vekirin hê berdewam e. Herwiha çavdêriya darayî ya partiyên siyasî ji aliyê Dadgeha Destûrî ve, li gor xala benda 69emîn tê kirin. Çavdêriya darayî ya partiya navborî jî di vê çarçoveyê de tê kirin.”

Sekreteriya Giştî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku ji ber navê wan Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partîya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T) ku bi awayekî fermî hatine vekirin doza girtinê derbarê wan de jî hatine vekirin û dozên wan hê berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin