Wezareta derve ya Tirkiyê: Me tu agirbestek bi YPG re erê nekiriye

Wezareta derve ya Tirkiyê: Me tu agirbestek bi YPG re erê nekiriye

Tirkiye PYD û YPG weke şaxên PKK dibîne û wan bi damezrandina "pêkhateka terorîst" li ser sînorê xwe tawanbar dike

A+A-

Wezareta derve ya Tirkiyê îro di daxuyaniyeka fermî de eşkere kir ku Enqerê tu agirbestek bi YPG re erê nekiriye û daxwaz kir ku Washington sozên ku dabûn jibo vekişandina "hêzên kurd" jibo rojhilatê çemê Firatê bi cî bîne.

Di daxuyaniyê de her weha amaje bi wê yekê tê kirin ku li ser vê babetê îro baliyozê  Amerîka li Enqerê John Bass hatiye pangewaz kirin jibo wezareta derve.

Berdevkê rêveberiya navendî ya hêzên Amerîkî Col John Thomas sêşemê di kongreyeka çapemenî de diyarkirbû ku nûçene piştrastkirî gihiştine destên wan li ser gihiştine agirbestekê di navbera aliyên ku li bakurê Sûriyê dijî hev şer dikin û ew dê berê hemû hêzên xwe bidin şerê DAIŞê.

Berî nêzîkî heftiyekê, Tirkiye li gel hin aliyên opozosyona Sûriyê yên "miyanrew" dest bi operasyona "Mertalê Firatê" kir ku di encamê de bajarokê Cerablusê bê şer ji destê DAIŞê derxist û piştre dest danî ser çend navçeyên ku YPG û alîgirên xwe bi piştevaniya Amerîkayê ji DAIŞê rizgar kiribûn.

Tirkiye PYD û YPG weke şaxên PKK dibîne û wan bi damezrandina "pêkhateka terorîst" li ser sînorê xwe tawanbar dike û dibêje ku ew bi tu awayî rê nade ku ev planên PKK li Sûriyê bi ser kevin.
(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin