Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn

Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahîyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahîyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên berdest li ser rêya di navbera Sêrtê û Perwarîyê de otomobîla leşkerî qeza kir.

Di encama qezayê de li gor agahîyên destpêkê 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopter ji bo nexweşxaneyên li navenda Sêrtê hatin şandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin