Weşana NRT hate rawestandin, xwediyê wê hate desteserkirin

Weşana NRT hate rawestandin, xwediyê wê hate desteserkirin

Hate ragihandin ku weşana NRT HD ku nûçe û vîdyoyên xwepêşandanan bi zindî belav dikirin heya heftiyekê hate rawestandin û xwediyê wê Şasiwar Ebdilwahid jî hate desteserkirin.

A+A-

Li gorî zanyariyan rawestandina weşana kanala NRT hevdem e li gel vegera Şasiwar Ebdilwahid ji derveyî welêt û desteserkirina wî ji aliyê hejmarek çekdar ve.

Ji aliyê xwe ve wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar hatiye dayin, heya hefteyekê weşana kenala NRT bê rawestandin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid, bi serdanekê li Birîtanya bû, biryar bû demjimêr 06:45 êvara îro gihiştiba Silêmaniyê.

Di riya vegera xwe de Şasiwar soz dabû, beşdariyê di xwepêşandanan de bike û daxwaza herifandina hikûmeta Herêma Kurdistanê û Perleman û sîstemî siyasî ya Herêma Kurdistanê dike.

sasiwar.jpg

(K24, Basnews)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin