Weranşehar: "Welatekî ku zimanê xwe wenda bike ew jî wenda dibe"

Weranşehar: "Welatekî ku zimanê xwe wenda bike ew jî wenda dibe"

Internet sebeba malxerabîyê ye.

A+A-

Li Wêranşehrê semînerek di çerçaçeya Perwerdeya Milî ya Wezareta Tirkiyê de hatîye dayîn ku malbat çawa dikarin tesîr li zarokên xwe yên xwendekar bikin ku ew di dibistanê de pêş bikevin.

Li gor IHA yê; Pisporê pêşketina reftarê Sidqî Aslanhan di vî warî de reşbîniya xwe anîye zimên û gotîye internet malxirabî ye û malbatan parem parçe dike.

Pispor gotîye; ”Bikaranîna internetê însan herroj dûrê hev dikevin û biyanîyê hev dibin û di hundirê malê de jî însan bi hev re qise nakin. Dê li rêzefîlman temaşe dikin, zarok bi telefon û internetê mijûl in û bav jî li qahwexaneyan rojên xwe derbas dikin.

Bav û dêyên ku herroj di înternetê de ne divê meriv li ser zewaca wan fatîhayek bixwîne; di demên dawîyê de di vî warî de lêkolînên ku hatine kirin ji 10 malbatên ku ji hev cihê bûne 7ê wan ji ber bê eleqeyî/pêwendî ye ku dinyaya qaşo (sanal dinya) bûye sedem.”

Aslanhan herweha gotiye; divê meriv xwedî li zimanê xwe yê tirkî derkeve. Welatekî ku zimanê xwe wenda bike ew jî wenda dibe. 

Aslanhan xwedîgiravî pisporê reftarê/davranişê însanan e û van gotinan li Wêranşehra kurdan dike û nahê bîra wî ku xelkê vî bajarî zimanekî wan yê din heye. Lê ew ne li gor pisporîya xwe li gor sîstema xwe tevdigere.

Tirk xwedêgiravî ji 600 salan zêdetir xwedîyê dewletê ne û evqas dezgeh û sazîyên wan hene; hin jî li ser zimanê xwe evqas hesas in û ji aliyê din jî kurdan xistinê nav sîstema xwe û piranîyan wan asîmle kirine hin jî ji pêşketina teknîkê ditirsin ku zimanê wan wenda bibe.

Lê yê Kurdan dev ji avakirina dewletê berde: ew hin nikarin xwedî li zimanê  xwe derkevin û wî pêşve bibin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin