Wêranşar:  Medyaya Sosyal 11 kes da girtin!

Wêranşar: Medyaya Sosyal 11 kes da girtin!

Li Bakurê Kurdistanê di medyaya sosyal de "parvekirin" û "ecibandin" jî bi serê xwe tawan e.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Rihayê li navçeya Wêranşarê 11 kes; Kadir Ulutaş, Ferit Demirboga, Bahatin Demirboga, Nedim Demirboga, Hakim Atilla, Yasar Kudin, Bilal Kudin, Hasip Tatlı, Bilal Ceylan û du kesên din ji ber ku di medyaya sosyal de "parvekirine" ev "parvekirn"a wan ji alîyê dozger ve wek "propogandaya rêxistinê" hatîye dîtin û dadgeh ew tewqîfkirine û birine girtîgeha Rihayê.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê rewşa awarte heye; demokrasî, mafê mirovî, edalet, hiqûq û azadîya fikrî nemaye; di medyaya sosyal de "parvekirin" û "ecibandin" jî bi serê xwe tawan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin