Weqfa Hemîdê Smaîlaxa: Kurdino li xwe vegerin û zimanê xwe hilbijêrin

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa: Kurdino li xwe vegerin û zimanê xwe hilbijêrin

.

A+A-

 Weqfa Hemîdê Smaîlaxa bi minasbeta kampanyaya zimanê kurdî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand kurdino li xwe vegerin û zimanê xwe hilbijêrin

Daxuyaniya weqfê wiha ye

Kurdno zimanê te hebûna te ye!!!

Em weke Waqfa Hemîdê Smaîlaxa bang li gelê xwe dikin ku vê firseta bi dest ketiye pêk bînin. Helbet têrê nake lê divê em her rê û derfetên ku bi saya ked û xebatên gelê me bi dest ketine, bi kar bînin û bixin jiyanê... Yek ji vê firsetê jî ev e ku niha li bakurê Kurdistanê hilbijartina dersa kurdî (Kurmancî û Zazakî) bi dest ketiye. Her destketina ku fêda gelê me tê de hebe, divê bê qeyd û şert em piştgiriyê bidinê.

Heta ku em weke milet xwe fêrî destketinên bi destê me dikevin nekin, em ê her wenda bikin. Ji ber ku ziman hebûn e û dema te zimanê xwe wenda kir, hebûna te jî wenda dibe.

Divê gelê me vê firsetê ji dest bernede. Bi vê hişmendiyê xwe fêrî zimanê xwe bike û wî geş û belav bike. Ji ber ku fikir û raman bi rêya zimên xwe digihîne mejî. Ew jî wê dike raman û zanîn û belav dike.

Zarokên bi zimanê xwe mezin dibin û wê bibin, ew ê her weke Kurd xwe binasin û li gor wê jî tevbigerin.

Ji ber vê em weke Waqfa Hemîdê Smaîlaxa dibêjin:

Kurdno, li xwe vegerin. Zimanê xwe hilbijêrin!

Tu bi vî zimanî heyî û dema te ew ji bîr kir, tu yê wenda bibî.

Em weke Waqfa Hemîdê Smaîlaxa amade ne ku, di vê mijarê de çi bikeve ser milê me pêk bînin.

Waqfa Hemîdê Smaîlaxa Hemidê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin