Wêneyê werzişvanekî kêmendam ê Kurd Xelata Aştiyê wergirt

Wêneyê werzişvanekî kêmendam ê Kurd Xelata Aştiyê wergirt

.

A+A-

 Fotograferekî  Îranî bi wêneyê taybet ê werzişvanekî kêmendam ê ji Rojhilatê Kurdistanê, xelata sereke ya Festîvala Navdewletî ya Wêneya Aştî ya Nemsa ku wek Xelata Alfred Fried tê naskirin, bidest xist.

Li bajarê Baden ê Nemsayê,  Festîvala Navdewletî ya Wêneya Aştî ya 2020 birêve çû ku ji ber belavbûna Coronayê hatibû paşxistin û di wê festîvalê de fotograferê Îranî Sasan Mueyîdî xelata sereke ya festîvalê wergirt.

Ev xelat ji sala 2013an ve hatiye danîn û salane madalyaya Wêneyê Aştiyê bi 5 fotograferan tê dayîn û di nav wan her pêncan de jî yek wek wêneyê sereke tê hilbijartin û jibilî madalyaya festîvalê, xelatekî bi bihayê 10 hezar Euro bo fotograferê wî wêneyê tê pêşkêşkirin.

Fotograferê Îranî Sasan Mueyîdî bi hejmareke wêneyên bi navê “Çîroka Evînê” beşdarî festîvala li Nemsayê bûbû ku wêneyên jiyana taybet a werzişvanê kêmendam ê ji Rojhilatê Kurdistanê Selah Seîdpûr û hevjîna wî bûn.

Selah Seîdpûr sala 2001an di temenê 15 salî de ji ber teqîna teqemeniya paşmayê şerê Îran û Iraqê li derdora Merîwanê, herdu çav û destekî xwe ji dest dabûn û piştî wê bûyerê berê xwe dabû werzişê û di warê werzişa melevanîkirinê de çendîn xelat li ser asta Îran û cîhanê bidest xistine.

Selah Seîdpûr û Sirwe Emînî ya hevjîna wî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi eşq û evîna xwe ya bihêz tên tên naskirin.

Sasan Mueyîdî li hejmara xwe ya Instagramê nivîsî, Balyozxaneya Nemsayê ya li Tehranê amadekarî kiribû bo beşdarîkirina festîvalê, lê wî ji ber wernegirtina derziya Coronayê û çend sedemên din, nekarî beşdarî festîvalê bibe û Balyozê Îranê yê li Nemsayê li cihê wî, ew xelat wergirtiye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin