Wêneya Jîna Emînî li ser tora civakî a înstgrama telescopê ya Jemis Web

Wêneya Jîna Emînî li ser tora civakî a înstgrama telescopê ya Jemis Web

.

A+A-

Teleskopa Jems webê li ser tora civakî ya înstgrama xwe wêneya Jîna Emînî şehîda destê hêzên serkutkar yên geşta îrşadê belav kir.

Rûpela fermî ya piroseya stêrknasî ya James Webbê, li ser daxwaza şopînerên tora civakî ya înstgrama xwe wêneya Jîna Emînî şehîda destê hêzên serkutkar yên geşta îrşad a rejîma dije gel belav kir.

Her di vê pêwendiyê de, Hailey Bieber modelînga Amerîkî û hevjîna Justin Bieber bi belavkirina wêneya Jîna Emînî şehîda destê hêzên serkutkar yên geşt a îrşad ya rejîmê, li ser tora civakî ya înstgrama xwe  nivîsî: Jinek temen 22 salî ya xelkê Îranê piştî ku ji aliyê hêzên geşta îrşad ve bi awayek hovane hatiye îşkencekirin canê xwe ji dest daye.

Herwisa serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, ji xelkê Îranê re ku nerazîbûnên aştiyane birêve dibin got em bi hemû hêza xwe piştevaniya we dikin û herwisa ji rejîma Îranê daxwaz dikin ku dawî bi serkutkariyan bîne û azar û lêxistina jinan rawestîne.

Her di vê pêwendiyê de serkomarê berê yê Amerîkayê Bill Clinton jî, li ser rûpela twittera xwe nivîsî: Can jidestdana Jîna Emînî şermezar dikim û piştevaniya xelkê Îranê dikim, jiberku ev daxwaza bersivdanê  dikin û bona berevanîkirin ji mafên bingehîn yên jinan li hember tundtîjiyên hêzên ewlehî de nerazîbûna xwe nîşan didin.

Herwisa kesayetiyên naskirî yên weke Elî Kerîmî lîstikvanê berê yê tîme topa pê ya Îranê, Ferhad Mecîdî lîstkvan û serpereştê berê yê başgaha Îstqlalê, Adil Firdosîpûr, pêşkêşkarê berê yê bernameya Sporê ya Neved li dengûrenga rejîmê, Cewad Kazimî lîstikvanê berê yê tîma topa pê ya Îranê û herwisa hevjîna Alexander Delpiro û Cesc Fabregas lîstkvanên berê yên Îtalya û Spaniyayê jî, bi awayên cuda piştevaniya xwe bo xelkê nerazî yê Îranê ragihandin û retfarên hovane yên hêzên serkutkar yên rejîma Îranê şermezar kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin