Welatperwerê Kurd Cemal Bûdak li ser gora wî hate bibîranîn

Welatperwerê Kurd Cemal Bûdak li ser gora wî hate bibîranîn

.

A+A-

Welatperwerê kurd Cemal Bûdak, roja duşemê, 29.11.2022yê, ji alîyê malbat  nas û dostên wî û  hevalên wî yên PAKê, ji alîyê  gelek rewşenbîr û kesayetên welatperwerên Kurd ve li ser gora wî ya ku li mezelgeha şehîtlixê ya Diyarbekirê ye hat bibîranîn.


Henifî Turan hem wek hembajarîyê wî (Faeqînî) û hem jî wek berdevkê PAKê li ser gora Cemal Bûdak kurte axaftinek kir.

Henifî Tûran di axaftina xwe de wiha got:  Malbata bi rûmet, dost û hevalên heja, hûn bixêr hatine. Cemal û bavê xwe mele Silêman remza mazlûmiyeta  Miletê Kurd in. 3 lawên Mele Silêman, ango sê birayên rehmetiyê Cemal ji alîyê milîsên dewleta dagirker ve bi hovîtî hatin qetilkirin. Em dewleta dagirker û kujeran bi tundî rûreş dikin.

Cemal di sala 01.01 1952yan li Farqînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û  Navendî li Farqînê temam kirîye. Li Zaningeha Hacettepe ya li Enqereyê beşa kimyayê qedand. 
Çû li Fransayê jî doktora qedand. Pir dixwest ku hemî zanyarî û karîyera xwe fêrî keç û lawên kurd bike. Lê, Îstxixbarata Tirkîyê (MIT)ê nehişt li zaningeha Dicle vî armanca xwe bi cîh bîne.

Cemal ji neçarîya xwe, disa vegeriya Fransayê. Cemal, di gelek saziyên çandî yên sivîl de xebitî. Cemal endamekî PAKê jî bû. Gelek mixabin  Cemal di roja 29.11.2020an de jiber şewba koronayê ji nav me koç kir. Cenazeyê wî li Diyarbekir li mezelgeha şehîtlixê li axê hate sipartinê..
 
Cemal, welatperwerekî fedakar û bê westa bû . Zêde ji welat û miletê xwe hez dikir.
Ez bawerim Cemal li baxçekî beheştê li cem Şêx Seîd, Seyit Rıza, Xalit begê Cibirî, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzani û Ihsan Nurî Paşa ye. Li hêviya mizgînîyên me ya azdî û serxwebûna welatê wî ne.

Dubare hûn bi xêr hatine. Xwedê wana bi dilovaniya xwe şad bike".

Li gel Hevjîna Cemal Mona Xan, lawê wî Mesîl, birayê wî Şakir Bûdak, xwişkên wî, zarokên xwişkên wî, gelek xizmên wî û hevalên wî yên PAKê Vahît Aba, Salih Kaplan, Murat Dörtyama, Îsmail Ediş û  Karsaz û rewşenbîr Bakır Înanç, Beşir Yilmaz û gelek rewşenbîrên weke Neziye Gemici, Mecit Amaç, Salih Cengizoxlû, Yusuf Bûdak, Ercan Bûhan û gelek kesên din beşdarê bibîranîna Cemal Bûdak bûn.


Rûpela Nû /Diyabekir


29.11.2022

1-320.jpg3-333.jpg2-359.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin