Welatiyekî kurd bi îşkenceyê hat kuştin

Welatiyekî kurd bi îşkenceyê hat kuştin

Grûpa çekdar a bi navê Hemzat welatiyekî Kurd ji herêma Efrînê bi îşkenceyê kuştiye.

A+A-

Grûpa çekdar a bi navê Hemzat welatiyekî Kurd ji herêma Efrînê li jêr îşkenceyê kuştiye.

 

Çalakvanê ji herêma Efrînê Mistefa Şêxo ragihand ku grûpa çekdar a bi navê Hemzat welatiyê Kurd Hisên Hemo li jêr îşkenceyê kuştiye.

 

Li gor Şêxo welatiyê navborî xelkê gundê Çeqelê Ortê ye û li Cindirêsê niştecî bûye, dema ku, serdana mala xezûrê xwe li gundê Dargirê kiribû, li ser destê çekdarên Hemzat hatibû girtin.

 

Şêxo li ser zimanê çavkaniyekê ji malbata welatiyê kuştî got ku 6 kes li jêr îşkenceyê li ser destê çekdarên Hemzat hatine kuştin lê tenê Hisên Hemo hatiye naskirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin