Welatiyekî Amêdiyê di 'bordumana Tirkiyê' de canê xwe ji dest da

Welatiyekî Amêdiyê di 'bordumana Tirkiyê' de canê xwe ji dest da

.

A+A-

Li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve, termê welatiyekî hat dîtin û xizmekî wî kesî jî dibêje, di encama bordumana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest daye. Lê rayedaran heta niha derbarê mirina wî kesî de ti daxuyanî nedane.

Navê wî kesî Hisên Heyder e û 51 salî ye û xelkê gundê Sîte ser bi nahyeya Şêladizê ya qezaya Amêdiyê ve ye.

Xwarziyê wî yê bi navê Şevger Fetah ji Rûdawê re ragihand, ku xalê wî duh sibehê bo anîna daran ji mal derketibû û heta êvarê jî venegeriya malê, lewra ew li gel endamên malbatê li pey wî geriyan û demijmêr 11:45 şev li nêzîkî gundê Sîte termê wî dîtine.

Şevger diyar kir, devera wan roja Sêşembê danê sibehê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû bordumankirin û dibêje, xalê wî Hisên Fetah di encama bordumana Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Heta niha ti aliyekî fermî derbarê mirina wî welatiyê xelkê Amêdiyê daxuyanî nedaye.

Nêzîkî 80 gund li devera Nêrwe Rêkan hene ku piraniya wan ji ber bombebaranên Tirkiyê û şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de hatine valakirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin