Welatiyê ku ji Meral Akşener re got 'Ev der Kurdistan e' hat binçavkirin

Welatiyê ku ji Meral Akşener re got 'Ev der Kurdistan e' hat binçavkirin

.

A+A-

Welatiyê Kurd ê ku di serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê bo bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê de, jê re gotibû, 'Ev der Kurdistan e, her tiştê me tê înkarkirin û em vê yekê qebûl nakin' hat binçavkirin.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Hat ragihandin ku ew welatiyê Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye girtin.

Rêveberiya Asayişa Sêrtê di daxuyaniyekê de ev yek ragihandiye û diyar kiriye, ew welatî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi “propagandaya terorê” hatiye tohmetbarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin