Welatên Ewrupa Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Jinûve Berfireh Dikin

Welatên Ewrupa Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Jinûve Berfireh Dikin

Welatên Ewrupa jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên dijî wê nexweşîyê jinûve berfireh dikin.

A+A-


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku bo ew rê li ber pêla duyê ya vîrusa korona bigirin divê barên li welêt bi şev hîn zû werin girtin.

Boris Johnson da zanîn ku kombûna însanan jî dê were sînordar kirin.

Li Newcastle û Sunderlandê, ku li bakurê Brîtanya ye, danûstandinên bi kesên ji derveyî malê re hat qedexe kirin.

Hikûmeta Frans jî, piştî hefteya borî di rojekê de 10 hezar pêketinên nû hatin tespît kirin, biryar da ku tedbîran jinûve ragihîne.

Wezîrê Saxlemî yê Fransa Olivier Veran dîyar kir ku ewê li Lyon, Nice, Bordeaux û Marsîlya li qadên gel kombûnan sînordar bikin.

Veran da zanîn ku ewê li bajarên mezin jî tedbîrên dijî vîrusa korona berfireh bikin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kiribû ku li Ewrupa rêjeya pêketina vîrusa korona jinûve bilind dibe û ew fikaran çêdike.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Ewrupa pirtir ji 200 hezar kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin