Welatê me di binê îşxalê da ye

Welatê me di binê îşxalê da ye

Zinarê Xamo

A+A-

Em kurd bindest in û welatê me di binê îşxalê da ye. 
Şerê me yê li hemberî vê îşxalê ne şerekî sinifî, şerekî netewî, milî ye. 
Di şerê netewî(milî) da her sinif û tebeqe hene û dibê hebin. 
Dibê axa, beg, mîr, eşîr, şêx, gundî, karkir, rast û çep hemû hebin. 
Û ji xwe gava axa, beg, şêx, mele, eşîr, zengîn, feqîr, ronakbîr, çep, rast, dîndar û nedîndar nekevin nava micadela netewî bi teleban û ronakbîrên çep tenê kurd nikanin ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Berî her tiştî dibê em civata xwe û gelşên civta xwe baş nas bikin, hedefa xwe baş zelal bikin û micadeleyeke li gorî wê bidin.
Ne rast e meriv bi çavê dijmin li kesên ne ji fikir û îdeolojiya me, li eşîran, li axa û began, li dîndar û dewlemendan binêre û ji bo ku di micadela netewî da hinek jê ne bi îstîkrar in ji wan ra xeberan bidin û tinazê xwe bi wan bikin, xelkê bi tirsonekiyê îtham bikin.
Gere kem bizanibin her kes nikane bi qasî hev fedekar, cesûr, canfîda û qehreman be. Di micadela û şerê netewî da gava şert giran dibin hinekê çerx bikin û dev ji micadelê berdin. 
Hinekê li kursî berjewendiyên xwe di ser micadele û doza netewî ra bigrin.
Ev normalîteyeke civakî û însanî ye.
Qerekterên wiha ne mexsûsî sinif û tebeqeyekê tenê ye, ji her sinif û tebeqeyê merivên baş û xerab, tirsonek û egîd derdikevin.
Di rewşên wiha da ji dêlî êrîşê, dibê meriv gelşê baş analîz bike û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
Bi zorbatiyê, bi gefan, bi xeberan, bi hêrsê û heqaretan kes nabe dilxwaz û hevalê meriv.
Ji ber ku şerê me şerekî netewî(milî) ye, lema jî dibê retorîka me, ziman û uslûba me ne êrîşkar û heqaretwarî be, dibê em zimanekî nerm û maqûl û îqnayê bi kar bînin.
Mar bi rehetî ji qulê derdikeve.
Ancax bi zimanekî şîrîn meriv kane dilan feth bike, ne bi zorabtiyê.
Ez li hemberî yekî zimanekî êrîşkar û gotinên ne xweş bi kar bînim, ewê li min guhdarê neke û ewê jî bersîveke ne xweş bide min û emê nikanibin diyaloga xwe bidomînin. Nabêna me ewê xera bibe, emê bibin dijminên hev.
Ev jî li kara dijmin û li zirara tevgera kurd ya netewî ye.
Lema jî zimanekî nerm û maqûl, yanî diyalog tim ji monologê baştir e. 
Hedefa me dibê tim û tim qezenckirina însanan be. 
Dibê em bi gotinên xwe û bi qelema xwe kurdan totî himêza neyar nekin.
Bi baweriya min çîmentoya yekîtiya kurdan kurdperwerî ye, bêyî kurdperweriyê, welatparêziyê tu îdeolojîyeke din nikane kurdan bîne ba hev û bibe çîmentoyê yekîtiya netewî.
Di warê dînî, mezhebî, siyasî, îdeolojî, bawerî û lehçeyî da kurd rengrengî û ji hev cihê ne
Kurdên kurmanc, zaza, soran, lor, hewram û bi dehan lehçe û devokên kurdî hene.
Li Kurdistanê kurdên musilman, dîndar, ataîst, komunîst, êzdî, kakayî, elewî û bi dehan baweriyên din hene.
Di warê siyasî da bi dehan fikir û îdeolojî hene.
Yanî civata me di gelek waran da wek civatên din ne homojen e, heterojen e. 
Lema jî bêyî kurdayetiyê, nasyonalîzma kurd tu îdeolojî, ne çep, ne rast û ne jî îslamîyet nikane bibe çîmentoyê yekîtiya kurdan. 
Wek ronakbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd dibê em li gorî vê rastî û heqîqeta civata xwe hereket bikin. 
Gerek em bixwazin axayên kurd, eşîrên kurd, her kes û hêza li dijî tevgera netewî ye ji bin çengê dijmin derxin, ne ku êrîşî wan bikin û nav û nîçokên ne xweş li wan bikin. Gava em bikin jî yê li zirarê derkevin em in, kurd in.
Dewleta tirk dixwaze kurd ne li hev bin û şerê hev bikin.
Dibê em bi bi siyaseta xwe, bi gotin û qelema xwe xizmetê ji vê siyaseta dijmin ra nekin, wê pûç bikin…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin