Weber: Dema qutkirina guftûgoyên digel Tirkîyeyê hatîye!

Weber: Dema qutkirina guftûgoyên digel Tirkîyeyê hatîye!

Namzetê Partîya Gelan a Ewropayê ku di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê da, namzetê sereke ya partîya xwe ya ku pêkhateya koma rastgiran e Manfred Weber, dubare kir ku ew li dijî endamtîya Tirkîyê ya li Yekîtîya Ewropayê ye.

A+A-

Weberê namzetê sereke yê Koma navendî ya Rastgiran ku partîya Merkelê jî tê da ye, got "Çima ku ji kevneşopa xaçperestên Ewropayê tên, divê em şanaz bibin û ji ber vê yekê jî, li dijî endamtîya Tirkîyeyê me. Divêtîya nirxên Ewropayê ev e ku em di guftûgoyên endamtîya Tirkîyeyê da, rastgo bibin.

Herwiha Weberî anî ziman ku ew, pêwendîyeke baştir û dostane digel Tirkîyeyê ra dixwazin lê êdî dema dawîlênaîna guftûgoyên endamtîya Tirkîyeyê bo Yekîtîya Ewropayê hatîye.

Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê di 23-26 Gulana 2019an da dê encam bide.

Tirs ev e ku di hilbijartina îsal da, partîyên rastgir pêş bikevin û populîstên çepgir û rastgir dengên xwe zêdetir bikin û partîyên kevneşop ên navendî paş bikevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin