Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Wê şevê çi bû?

A+A-

Referanduma serxwebûna Kurdistanê di bin pêşengiya Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi piraniya hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê pêk hat.!

 Ji % 73 beşdariya referandumê bûn û ji %93 gelên Kurdistanê gotin erê !..

Îradeya gelê Kurdistanê diyar bû!

Roja piştî referandumê hukumetên Baxda, Ankara û Tehranê dest bi gefên li dijî kurdan kirin. Hemû êş û nakokiyên mezhebî yên nav xwe jibîr kirin û berê xwe dan Kurdistanê!

Hukumeta Bexdayê bi lez û bez deriyên asimanî girtin. Amerika ev helwesta Bexdayê pejirand û wezîrê derva yê Amerika Rex Tillerson got ”em referandumê nasnakin” û li gotinên xwe zêde kir û got ev referandum yekalî ye. Bi van gotinên xwe wezîrê derva yê Amerikayê îradeya gelê Kurdistanê  ”gayri meşru ”ilan kir.

Ankara di destpêkê de hinekî bêdeng bû lê hêdî hêdî dengê xwe rakir û got ”referendum ne meşrû ye” hukumeta Kurdistanê li me guhdar nekir.  Ankara her çû dijminatiya xwe yên li himber Abadi û milîsê Şîiyan da aliyekî û berê xwe da Kurdistanê. Ji bo çavê kurdan bitirsînin li ser sînor dest bi tetbikatê eskerî kirin. Heman tişt li aliyê din li ser sinorê Îranê destpêkir. Ankara û Tehran dijminatiya 500 salî jibîr kirin û di dijminatiya kurdan de bûn yek. Orkestra ya hevbeş ya dijminatiya kurd û Kurdistanyan ava kirin û geş kirin. 

Nuha dilê min dêşê dema dinivîsînim ku ew orkestra dijminatîya Kurdistanê bi dengê bilind, wek ewrekî giran, reş û tarî li ser Kurdistanê belav bû, wek dîsa fermana kurdan bû. Lê belê hemû cîhan kerr bûn. Ew heval û dostên kurdan, ew yên ku pesnê kurdan bi qehremaniya şerê himber DAIŞê didan, di vê bablîsoka giran de xwe kerr kirin û bêdeng bûn.

Dirigentê orkestrayê Abadî yê ku nedikarî sînorê xwe li himber DAIŞê biparêze nuha bûbû mêr û şêr û pişta xwe dabû Ankara û Tehranê û digot; Heger heta 16 oktober nîvê şevê hûn  referandumê pûç nekin em hucumî Kurdistanê dikin!

Şeva 16 oktoberê em hemû kurd ber TV û Medya rûniştibûn û bi hêvî û daxwaziyek mezin li benda yekîtiya kurdan bûn. Li dor Seet 23 şevê Serokatiya kurdistanê derket pêşiya Medya û hêviyek mezin dan Kurdistaniyan û gotin; Em bi hemû hêzên xwe yekgirtî ne û emê Kurdistanê biparêzin.

Piştî vê beyana yekbûna kurdan, eskerê hevbeş yên fermana kurdan dabûn, bi çekên hêzên kualîsyona hevbeş hicûm anîn ser axa Kurdistana pîroz. Hucûm anîn ser Kerkûk a dilê Kurdistanê. Dilê Kurdistaniyan xwîn giriya, ew hêviya beyana çend seet berê ku li Dukan dabûn, bi carekê de reş bû. Kerkûk ket! Xewna sed salan di carekê de ji dest çû! 

Gelo tu perde hebû/n!?

Li paş perdê kî hebû/n!?

Wê şevê çi bû!?

Ez vê dizanim, bablisok dikare şax û pelê daran hilweşîne lê belê tu car nikare dara kokqewîn ji erdê rake, hilweşîne!

Önceki ve Sonraki Yazılar