Wê Bi 'Sûcê Li Hemberî Mirovahiyê' Bê Darizandin

Wê Bi 'Sûcê Li Hemberî Mirovahiyê' Bê Darizandin

Erman Ekîcî yê DAIŞ'î yê di doza Komkujiya Gara Enqereyê de 18 sal ceza lê hat birîn, derbarê wî de îdianameyeke din hat amadekirin.

A+A-

Erman Ekîcî yê DAIŞ'î yê di doza Komkujiya Gara Enqereyê de 18 sal ceza lê hat birîn, der barê wî de îdianameyeke din hat amadekirin. Eger ev îdianame bê qebûlkirin wê ji madeya 77'an a TCK'ê ku "sûcê li hemberî mirovahiyê" di xwe de dihebîne careke din jî bê darizandin. Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku di komkujiyê de keça wê û xwişka hevjînê wê jiyana xwe ji dest û ew jî birîndar bû, got divê bersûc hemû bi heman sûcî bên darizandin. 

 

Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê, DAIŞ'ê di Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê de êrîşeke xwekujiyê pêk anîbû. Di êrîşê de 2 jê zarok 100 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 391 kes jî birîndar bûbûn. Li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê der barê 36 kesan de doz hatibû vekirin  û di dnaişîna 9'Ê tebaxê de heyeta dadgehê li 9 kesan bi tawanbariya "binpêkirina pergala qanûna bingehîn" cezayê muebeta giran û bi tawanbariay "kuştina bi qesdî" jî serê yekî 100 caran û bi giştî 101 caran cezayê muebeta giran birî. Her wiha dadgehê li her 9 bersûcan 10 hezar û 557 sal ceza birî. Li bersûcên din jî di navbera 7 sal û nîv û 12 salan de ceza birî. Li Erman Ekîcî yê bi bernavê "Ebû Talha" jî bi tawanriya "rêvebertiya rêxistinê" 18 sal cez abirî. Her wiha der barê Ekîncî de îdianameyeke din jî hat amadekirin. 

 

Îdianame me ya der barê Ekîcî de hat amadekirin eger bê qebûlkirin, wê Ekîcî ji madeya 77'an a TCK'ê ku "sûcê li hemberî mirovahiyê" di xwe de dihebîne bê dariznadin. 

 

Îdianame ji Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê re hat şandin. 

 

Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku di komkujiyê de keça wê Başak Sîdar Çevîk û xwişka hevjînê wê Nîlgun çevîk jiyana xwe ji dest dan û ew jî tevî hevjînê xwe birîndar bû, xwest hemû bersûc bi vî sûcê navbirî bên darizandin. 

 

‘BILA BERSÛC HEMÛ BI vî SÛCÎ BÊN DARIZANDIN' 

 

Hatîce Çevîk, diyar kir ku îdianameya ku bi madeya 77'an a TCK'ê de der barê bersûc Erman Ekîcî de hatiye amadekirin di cî de ye û got, ji roja ewil ve xwesteka wan ew bûye ku bersûc hemû bi tawanbariya "sûcê li hemberî mirovahiyê" bên darizandin lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. 

 

Çevîk, bi bîr xist ku komkujiyên DAIŞ'ê bi êrîşa bombeyî ya li mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê re dest pê kirine û got, paşê li Pirsûsê pêk hat û ji ber teqînên li Amed û Pirsûsê nehatine zelalkirin, rê li ber êrîşa Gara Enqreyê hatiye vekirin. Çevîk, anî ziman ku DAIŞ'ê êrîşên xwekujiyê bi rihetî pêk anîne û got, di dîroka komarê de komkujiya herî mezin komkujiya Enqereyê ye. 

 

Çevîk, bilêv kir ku hêviya wan ew e ku bûyerên bi vî rengî careke din pêk neyên û got: "Tenê daxwazek me ye; aştî û aramî. Em bi hişmendiyê tev geriyan, lê mixabin em bi awayekî hovane hatin kuştin. Hêvîdar im ku heq, hiqûq û edalet pêk bê." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin